Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hat ragihandin, êrîşa li hemberî Adiyaman mînakek ji şerê kirêt ê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne ye. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ti eleqeya vê bûyerê bi me ve nîne..”
HPG’ê bal kişande ser helwesta derdorên di nava eşîra Jîrkî û ev bang kir:“Bi awayekî zelal tê dîtin, ev bûyer bi rengekî provokasyonê, bi destê dewletê hatiye amadekirin e. Tevî ku rewşe ewçend vekirî û zelal e û hin endamên eşîra Jîrkî daxuyaniyên erênî dane jî, hin endamên din ên vê eşîrê zimanekî agresîf û dijminane bi kar anîn û daxuyanî dan. Ev yek nîşan dide, ku dijmin di ser eşîra Jîrkî re ketiye nava hin hewldanan û dixwaze hin ji wan li hemberî tevgera me tehrîk bike û weke kontra bi kar bîne. Em di wê baweriyê de ne, ku hemû mirovên me yên welatparêz ên endamên eşîra Jîrkî û tevahiya gelê me yê Botanê, wê li hemberî lîstik û provokasyonên bi vî rengî yên dewletê hişyar bin, helwesteke welatparêzî nîşan bidin û van lîstik û provokasyonên namerdî pûç bikin.”
ANF/BEHDÎNAN