Koma Şebab a ser bi El Qaîdeyê, berpirsyariya êrişa li dijî baregeheke Emerîkî ya li başûrê rojhilat ê Kenyayê girte ser xwe. Li gorî daxuyaniya fermî, 3 Emerîkî hatin kuştin. Li gorî raporeke navxweyî ya polîsan jî 17 Emerîkî û 9 Kenyayî mirin.
Rêxistina Şebab ku komek ji Somalî ye, roja Yekşemê êriş bir ser baregeheke leşkerî ya hevpar a DYE-Kenyayê ya li nêzî girava Lamûyê. Li gorî daxuyaniya fermandariya Emerîkan a li Efrîkayê Afrîcomê, di êrişê de leşkerekî Emerîkî û du personelên bi peyman ên Pentagonê mirin. Hate ragihandin ku du wezîfedarên Pentagonê jî birîndar bûn.
Berdevkê artêşa Kenyayê albay Payl Njûgûna diyar kir ku êrîşa li dijî leşkeran hatiye şikandin û wan 5 cenazeyên ‘terorîstan’ dîtine. Hate diyarkirin ku pîst bûye hedef lê agir bi depoyên sotemeniyê yên li pîstê ketine.
AFP’ê nûçeya xwe spart raporeke polîsan û got, balefireke Cessna, du helîkopter û gelek wesayîtên Emerîkayê îmha bûn. Berpirsê polîsan ên herêmî Îrgûngû Macharîa diyar kir ku 17 leşkerên Emerîkayê û 8 leşkerên Kenyayî mirine.
Rêxistina bi navê Şabab bi daxuyaniyeke nivîskî êrîş li xwe girt û diyar kir ku di dema êrîşê de wan beşeke baregehê xistine bin kontrola xwe.
Koma Şebaban kî ye?
Şebabê di demên borî de li Kenyayê gelek êrişên mezin kirin. Koma Şebabê roja Şemiyê li Mogadîşûyê ya ku paytexta Somalîyê ye, êrîşeke gelekî mezin kir. Di vê qetlîamê de 81 kes mirin. Şebab di sala 2011’an de dema ku ji Mogadîşûyê hatibû derxistin, kelehên wê yên bingehîn ji destê wê derketibû. Lê hê jî gelek herêmên berfireh di bin kontrola wê de ye. Li gorî texmînan hejmara şervanên Şebabê di navbera 5 hezar û 9 hezaran de ye.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN