Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Lubnanê da zanîn ku biryara êrîşên li ser Şengalê li Enqereyê hat girtin, her wiha destnîşan kir ku ev êrîş hedefgirtina Tevgera Azadiya Kurdisatnê ye. Di Daxuyaniya nivîskî ya TEV-DEM de ev tişt hat gotin: ″Biryara van êrîşên ser Şengalê li Enqereyê di navbera Mesûd Barzanî û Erdogan de hat girtin, ew jî li ser daxwaza Tirkiyê ye da ku komujiya DAIŞ`ê ya di 3`yê Tebaxa 2014`an de bidomîne. 

Ev êrîş di şexsê Civaka Êzidî de tevahî parçeyên Kurdistanê û cîhana azad hedef digre, her wiha Tevgera Azadiya Kurdistanê û Şoreşa Rojava û projeya wê ya demokratîk hedef digre da ku dîsa wan dorpêç bike û ambargoya ku Erdogan û çeteyên wê nikarîbûn di hewldanên xwe de pêk bînin, temam bike û qir bike. Em wekî rêxistina TEV-DEM`ê ya Lubnanê bi tundî van êrîşan red dikin û dibêjin ku mafê civaka Êzidî ye bi îradeya xwe jiyan bike û xwe bi rêxistin bike. her wiha em bang li tevahî Êzidî û mirovahiyê dikin ku parastina kevneşopiya mirovahiyê û resentiya wê ya Civaka Êzidî li hemberî çeteyan bikin.“ 


 BEYRÛT