Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya 2 gerîlayên li Şengalê di encama êrîşa çeteyên PDK’ê de şehîd bûyî, eşkere kir. Jixwe dîmenên vê êrişê jî derketin holê. Di daxuyaniyê de hat gotin, “2 gerîlayên me di encama êrîşeke namerdî de şehîd bûn.”

HPG bi bîr dixe ku herêmên Xanesor û Sinûnê yên Şengalê, ji ber êrişa çeteyên ENKS’ê yên xwe weke ‘pêşmergeyên rojava’ bi nav dikin, li dijî yekîneyên YBŞ’ê, roja 3’ê Adarê şer qewimiye û wiha dewam kir: “Ji bo bûyerek neqewime, gerîlayên me bi erka navbeynkariyê rabûn. Çeteyên ji maşînên zirxî gule li gerîlayên me reşandin, 2 gerîlayên me şehîd kirin. Di encama vê êrîşê de komek ji şervanên YBŞ’ê jî şehîd bûn. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye plankirin.”

HPG´ê da zanîn ku êrîş eşkere ji aliyê dijminên Kurdistanê ve hatiye plankirin û biryardariya xwe ya ji bo parastina Kurdistan û gelê wê dubare kir. HPG´ê ji malbatên şehîdan re jî sersaxî xwest û wiha nasnameyên gerîlayan eşkere kir:

“Hevalê me Çekdar (Newroz Guvercîn ê ji Qersê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû û hevalê me Orhan (Îbrahîm Huso) ê ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, bi hesreta mezin a azadiya gelê Kurdistanê cihê xwe di nava refên gerîla de girt.”

Daxuyaniya HPG´ê wiha bi dawî bû: “Em radigihînin, ku li dijî hêzên dixwazin yekîtiya neteweyî xera bikin bi îdîa û biryardariyeke ji her demê mezintir têbikoşin. Em şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin.”


NAVENDA NÛÇEYAN