Eniya Nîştimanî ya li Dijî Dagirkeriyê ji Bexdayê xwest tavilê ji bo rawestandina êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê gavan biavêje û ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî xwest di vî warî de bibe xwedî helwêsteke zelal.
Li Başûrê Kurdistanê, Eniya Nîştimanî ya li Dijî Dagirkeriyê ji Parlamena Iraqê xwest ku derbarê dagirkerî, destwerdan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê, civîneke taybet pêk bîne. Eniyê wekî din bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir da ku bibe xwedî helwêsteke cidî.
Eniya Nîştimanî ya Dijî Dagirkeriyê li ser mijara êrişên dewleta Tirk ên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê û bi taybetî yên di şeva 13’ê Kanûnê de li dijî Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û Şengalê, çû serdana Ofîsa Parlamena Iraqê ya li Silêmaniyê.
Li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwêst
Piştî hevdîtinê li ser navê Eniyê daxuyanî hate dayîn. Endamê Eniya Nîştimanî ya li Dijî Dagirkeriyê, Newzad Salih bang li aliyên peywendîdar kir da ku beramberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan û xaka Başûrê Kurdistanê, bibin xwedî helwêst û careke din bûyerên wiha neqiwimin.
Newzad Salih ji bo Eniya Nîştimanî got, “ew nêrîna Kurdan e” û wiha dewam kir: “Lewma em daxwaz dikin ku demildest ev êrişê hanê werin rawestandin. Bi ti awayî ev êrişên hanê nayên qebûlkirin.”
Rûniştineke taybet li dijî dagirkeriyê
Ji endamên Eniya Nîştimanî ya li Dijî Dagirkeriyê, Salar Mehmûd jî wiha peyivî; “Peyama me ji bo welatên derdorê ew e ku dawî li êrişên li dijî xaka Kurdistanê bînin. Çiqas behaneyên wan hebin jî, êrişên wan neqanûnî û destûrî ne. Peyama me ji bo Parlamena Iraqê jî ew e ku rûniştineke taybet li ser mijara dagirkeriyê bike. Daxwaza me ji hikûmeta Herêma Kurdistanê jî heye ku rasterast helwêsta wê hebe, ji bo rawestandina van êrîşan.”
Ji bo parastina berjewendiyên Iraqê
Parlamenterê Iraqê Dr. Rêbwar Kerîm jî li vir axivî û got; “Hemû ew rêyên destûrî yên ku pêwîst in ji bo aramî, ewlehiya Iraqê û karên parastina sînorên Iraqê erka parlamenterên Iraqê ye. Çarçoveyeke vê mijarê ya lihevkirina herêmî heye. Di çarçoveya van lihevkirinan de pirsgirêkên wiha derdikevin û dewam jî dikin. Lê, em ê daxwazê ji hikûmeta Iraqê bikin da ku gavan ji bo parastina berjewendiyên Iraqê bavêje.”
ROJNEWS / SILÊMANÎ