
Pêr di çarçoveya operasyonên li hemberî siyaseta Kurdan di bin navê KCK’ê de tên meşandin de li Tirkiyeyê 38 rojnamegerên Kurd û muxalîf hatin binçavkirin. Vê yekê di çapemeniya cîhanê û navneteweyî de ciheke berfireh girt. Ajansên navneteweyî yên navdar ên weke Reuters, AFP û AP cihek berfireh dan binçavkirinên rojnamegerên Kurd. Her wiha li welatên cûda û di rojname û televîzyonên cûda de der barê van binçavkirinan de ev agahî hatin dayîn:
ALMANYA: Operasyona li hemberî rojnamegerên Kurd û muxalîf, di ajansên nûçeyan, rojnameyên rojane û gelek kanalên televîzyonên Elman de cihek berfireh girtin. Çapemeniya Elman nûçeyên spart ajnasên Reuters û AFP’ê. Kovara navdar a Elman Spiegel sernûçeya “Li gelemperiya welêt operasyon””, rojnameya Bild “Polîs rojnamegeran kom kir” û rojnameya Junge Welt jî sernûçeya “Derbe li azadiya çapemeniyê ket” bi kar anîn.
FRANSA: Di encama operasyonên li hemberî rojnamegerên Kurd de, wênekêşê ajansa nûçeyan a Franseyê AFP’ê Mustafa Ozer jî hate binçavkirin û ev yek jî bû sedem ku zêdetir bala çapemeniya Franseyê bikişîne. AFP’ê nûçeyên binçavkirinê û çalakiya rojnamegeran a li Taksîmê, di wê gavê de ji aboneyên xwe re ragihand. Her wiha bal kişand ser daxuyaniya REHE’yê.
Ji kanalên nûçeyan ên navdar ên weltê France24, nûçeyê bi sernûçeya “Li Tirkiyeyê rojnameger têne binçavkirin” belav kir. Televîzyon ragihand ku zêdetirê 70 rojnameger li Tirkiyeyê hatine girtin û piraniya wana ji ber ku hikûmeta tirk ji ber pirsgirêka Kurd rexne kirine, hatine girtin.
DYA: Herî zêde çapemeniya DYA û îngilîz cih da operasyona binçavkirina rojnamegerên Kurd. Rojnameyên navdar ên DYA’yê, malperên wê û Radyoya Dengê Emerîkayê cihek berfireh da nûçeyê. Rojnameya The New York Timesê ragihand ku operasyon ne tenê li hemberî çapemeniya Kurdane, di heman demê de li hemberî çapemeniya muxalîfane jî û bal kişand ser bûyerên vê dawiyê li Tirkiyeyê diqewimin.
Rojname The New York Timesê nivîsand ku rayedarên tirk dibêjin ku dibe piştî mudaxeleyên leşkerî yên li hemberî Îran, Sûriyeyê û vekişîna leşkerên DYA’yê ji Iraqê, PKK herêmê ji bo manewrayê bi kar bîne û got; “ Hikûmeta Enqereyê dixwaze lezê bike û naxwaze bikeve nava rîskê.”
Rojnameya Washington Postê jî nûçeyê spart AP’ê û bi bîr xist ku Tirkiye li ser riya demokratîkbûn û endamtiya Yekitiya Ewropayê ye. Di şîroveya rojnameyê de hate gotin ku divê zagona “dijî terorê” bê guhertin.
SPANYA: Ajansa Nûçeyan a Spanyayê EFE’yê bi bîr xist ku operasyonên di bin navê KCK’ê de ji nû ve dest pê kirin û ev nûçeya ajansa spanî di gelek malper û rojnameyên weltê de cih girt. Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku di rapora YE’yê ya Tirkiyeyê de bal tê kişandin ku herî kêm 4 hezar kes di operasyonên di bin navê KCK’ê de têne meşandin de, hatine girtin. Rojnamegerên ji Tirkiyeyê ji ajansê re axivî û gotin; “Di demek ku me digot dê zext kêm bibin, polîsan dîsa dest bi operasyonê kir.”
SWÎSRE: Ajansa nûçeyan a Swîsreyê SDA jî nûçeyê spart ajansên AFP û Reutersê û bal kişand ku di encama operasyonê de rojnamegerên Kurd hatin binçavkirin û bi demjimêran lêgerîna di buroyan de berdewam kir. Bi taybet rojnameya ‘Suedostschweiz’ a bi elmanî weşanê dike, cihek berfireh da vê nûçeyê.
HOLLANDA: Çapemeniya Hollandayê jî nûçeyê spart ANF’ê û bal kişand ku ev zextên dawiyê mafê mirovan û azadiya çapemeniyê bi zoriyan re rû bi rû dihêlin. Pêşî malpera nûçeyan a ‘nieuws.nl’ û piraniya çapemeniyê ragihandin ku rojnameger jî bûn qûrbana zagona ‘dijî-terorê.’ Şîroveya herî balkêş jî ji nûçegihanên malpera nûçeyan ‘nrc.nl’ ên li Tirkiyeyê hat. Nûçegihanê bi navê Niels Posthumus got; “Di van demên dawiyê de kî li hemberî Kurdan xwedî sempatî be, dibe hedefa polîsan.”
AWÛSTÛRYA: Çapemeniya Awûstûryayê jî ragihand ku duh, li gelemperiya Tirkiyeyê rojnameger di hedefa polîsan de bûn û cihek berfireh da nûçey. Ajansa Nûçeyan a Awûstûryayê (APA) bal kişand ku Tirkiye di sala 2007 de, di nava 178 welatan de, di warê azadiya çapemeniyê de bû welatê 101’emîn. Ajansê diyar kir ku ji hemû welatên Rojava zêdetir li Tirkiyeyê rojnameger hene. Ev nûçeya APA’yê di rojnameya Der Standart de jî hate weşandin.
ÎTALYA: Portala nûçeyan a navdar a Îtalyayê LaPress.it bal kişand ser zêdebûna binpêkirina maf û azadiya ramanê ya di van demên dawiyê de li Tiriyeyê pêk tên û nivîsand ku beriya binçavkirina rojnamegeran parêzerê îtalî yê Ocalan jî hatibû girtin. Malperê bi bîr xist ku ligel rojnamegeran, gelek şaredar, siyasmetmedar û parêzer di girtîgehan de ne. LaPress bal kişand ku YE’yê gelek caran Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di van mijarane de hişyar kiriye. Malpera bi navê ‘Linkiesta.it’ jî bal kişand ku Tirkiye bûye mîna girtîgehekê û pirsa “Gelo ev e modela Erdogan?” pirsî.
SWÊD: Çapemeniya Swêdê jî nûçeya pêla binçavkirina rojnamegeran ji AP’ê wergirt û sernûçeya “Li Tirkiyeyê rojnameger hatin binçavkirin” bi kar anî. Malpera nûçeyan a Swêdê ‘helagotland.se’ jî bal kişand ku ji ber îdîayên ku dibêjin têkiliya rojnamegeran bi milîtanên Kurd re hene, hatine binçavkirin.
RÛSYA: Yek ji saziyên herî navdar ên Rûsyayê ajansa nûçeyan a Ria Novosti bal kişand ser pêla binçavkirina rojnamegerên Kurd û sernûçeya “Li Tirkiyeyê li hemberî cûdakaran operasyon” bi kar anî. Ajansa rûsan ragihand ku hikûmeta tirk bi PKK’ê re dest bi muzakereyan nake û dixwaze PKK’ê bi tundiyê biqedîne.
NAVENDA NÛÇEYAN
Em bêdeng nabin
Kedkarên çapemeniya azad li Amedê bi daxuyaniyê êrîşên li dijî rojnamegerên kurd şermezarkir. Edîtorê DÎHA’yê Abdurrahman Gok diyarkir ku dixwazin bi binçavkirinan dengê gel qut bikin lê çapemeniya azad bêdeng namîne.
Operasyonên qirkirina siyasî ya li hember çapemeniya azad bi girseyî hate şermezar kirin. Serokê Cemîyetê Faruk Balikçi, diyar kir ku ev êrîş li dijî ramana azadiyê ne û dixwazin bi tirsê rojnamegeran ji rastiyê dûr bixin. Balikçi, da zanîn ku li hemberî vê êrîşê bêdeng nemînin. Edîtorê DÎHA'yê Abdurkarhman Gok jî anî ziman ku berî bi bombe, kuştinê êrîş dikirin, niha birtin û binçavkirinê dixwazin dengê gel qut bikin. Gok, da zanîn ku êrîş çi dibin bila bibin ew dê rêya xwe ya şopa Apê Musa û Cengîz Altunan berdewam bikin. Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan jî anî ziman ku kesên xwestin bêdeng bikin kursî terk kirin û çûn, lê em hêj li vir in û em dê her tim li vir bin.
Kedkarên çapemeniya azad operasyona li hember rojnamegerên kurd li Amedê bi daxuyaniyê şermezarkir. Di Daxuyaniyê de Parlementerê BDP'ê Altan Tan, Serokê Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC, Hevseroka BDP'ê Zubeyde Zumrut, rêveberên BDP'ê Seroka TUHAD-FED'ê Zuyebde Teker, endam û rêveberên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, rojnameger, nivîskar, nûnerên KESK'ê, ÎHD, MEYADER û gelek sazî û rêxistinên din amade bûn. Di çalakiyê de girsê dirûşmê ‘Êrîş me bêzar nakin’, ‘Em bê deng namînin’, ‘Em ji rastiyan tawîzê nadin’, ‘Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin’ berz kirin. Dîsa dowîzên ‘Em ji rastiyan tawîzê nadin’, ‘Em li virin, em dê hertim li vir bin’, ‘Ev agir dê we jî bişewitîne’, ‘Hûn nikarin me bêdeng bikin’rakirin. Hin rojnamegeran jî devê xwe bi banda reş girêda.
Editorê DÎHA'yê Mehmet Alî Ertaş, diyar kir ku ji ber ew her tim rastiyan ronî dikin û deşîfre dikin rastî êrîşan tên û wiha got: "Ji ber ku em rastiyan dibêjin di salên 1990'an de em hatin bombekirin, pişt re em hatin kuştin, lê em têk nebirin. Niha jî bi girtin, binçavkirin û serdegirtinan dixwazin me têk bibin. Lê bila baş zanibin ku bi tu awayî tu hêz nikare me têk bibe. Em duh li vir bûn, em niha li virin û em dê her li vir bin." Ertaş, anî ziman ku ew dê her tim rastiyan deşîfre bikin û tariyê ronî bikin.
Serokê GGC'ê Faruk Balikçi jî anî ziman ku li Tirkiyeyê yekem car bi 10'an rojnameger tên biçavkirin û ev di dîroka Tirkiyeyê de gava yekem e. Balikçi, da zanîn ku ji bo çapemeniyê azadiya ramanê nebe nabe û niha ev êrîşa li dijî rojnameger û saziyên çapemeniyê nayê qebûl kirin. Balikçi da zanîn ku ev yek li dijî demokrasiyê darbeyek e.
Operasyona AKP'ê
Edîtorê DÎHA'yê Abdurrahman Gok jî anî ziman ku ise, demek dirêje êrîşên li dijî hêza muxalif zêde bûye û herî dawî çapemeniya azad ji xist nava pêlê xwe. Gok, da zanîn, di serdî de li dijî siyasetmedar û nûnerên kurd pêla girtin û binçavkirinê berdewam kir, pişt re li dijî parêzeren Buroya Hiqûqê, hîndekaran pêla girtin û binçavkirinê dest pê kir û niha jî vê pêla girtin û binçavkirinê çapemeniya azad û DÎHA xist nava xwe. Gok, destnîşan kir ku ev operasyon bi ferman û destûra hikûmeta AKP'ê pêk tên û wiha got: "Êdî ker û kor jî dizanin ku ev operasyon bi destê hikûmeta AKP'ê pêk tên. Em dizanin ku beriya operasyon pêk tên fezleke tên amadekirin.” Gok, bilêv kir ku niha hikûmeta AKP'ê şerê derûnî dimeşîne û dixwaze bi hêza çapemeniyê vê çekê li ser civakê pêş bixe. Gok, destnîşan kir ku Hikûmeta AKP'ê her tim li dijî muxalifan êrîşê pêk tîne û wiha berdewam kir: "Hêj duh bombe kirin û kuştin, niha jî bi serdegirtin û binçavkirinê dixwazin belav bikin. Lê bila hikûmeta AKP'ê û MÎT baş zanibe ku ne hêza wan û ne hêza tu kesên din nikarin me bêdeng bikin.”
Gok, bilêv kir ku berê berî bi bombekirin û kuştinê xwestin wan bêdeng bikin, lê niha bi girtin û biçavkirinê dixwazin wan bêdeng bikin û wiha got: "Niha jî zêdeyî 60 rojnameger û xebatkarên çapeeniya azad hatin binçavkirin. Lê em bi van binçakikirin û serdegirtinan bêdegn namînin. Em dê rêya xwe ya Apê Musa û çapemeniya azad berdewam bikin. Em êrîşên li dijî hemû buroyên me û binçavkiirina hevalên xwe şermezar dikin.
Parlementer Altan Tan jî êrîşên li dijî çapmeniya azad yermezar kir û wiha got: "17 sal berê dema ku Ozgur Gundem bombe kirin ez li wir bûm. Niha jî dema rojnameger hatin binçavkirin em li virin. Wê demê zarokên 13-14 salî bi guleyan kuştin, niha bi girtinê belav dikin. Lê hêj ev tekoşîn didome. Kesên wekî Tansu Çiller, li dijî çapemeniya azad êrîş pêk anîn, barkirin û çûn, lê em li vir in, heta niha 5 serokwezîr hatin û çûn em dîsa li vir in. Em dê her tim li vir bin. Em bagn li serokwezîr dikin, em dê li vir bin, lê tu dê ne li vir be û tune be.
Piştî daxuyaniyê hemû rojnamegeran kamera û wênekêşên xwe rakirin û binçakirin şermezar kir.
DÎHA/AMED
Li Tirkiyeyê rojnamevan dibin zextan de ne
Ajansa Nûçeyan a Associated Press, bal kişand ku wênekêşê AFP Mustafa Ozer û nûçegihanên DÎHA’yê yên ku li Wanê ji ber erdhejê di konekê de nûçe amade dikin, hatin binçavkirin û ragihand ku ev bûyerên dawiyê gumanên ji azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê zêdetir kirin. AP’yê cih da daxuyaniya Nunera Azadiya Çapemeniyê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê Dunja Miatovic.
Retures jî nivîsand ku li Tirkiyeyê nêzî 70 rojnameger di girtîgehan de ne. Ajansê ragihand ku rojnameger di bin zextên hikûmeta tirk de ne, lê ji ber mezinbûna Tirkiyeyê ya di warê aboriyê de, raya giştî zêde nerazîbûn nîşanî vê yekê nade. Reuters ragihand ku dibe ev yek bibe sedem ku rexneyê Yekitiya Ewropayên yên li ser Tirkiyeyê zêdetir bibin.
Kanala televîzyonê ya navetewî CNN jî bal kişand ku li gorî Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de yek ji xirabtirîn 40 welatên cîhanê ye. Televîzyonê bal kişand ku heta niha herî kêm 63 rojnameger di girtîgehê de ne û dê ev jimare zêdetir jî bibe.
CNN’ê bal kişand ku binçavkirina rojnamegeran hişt ku rêxistinên çapemenî, mafê mirovan û azadiya çapemeniyê dest bi çalakiyan bike û dubare kir ku dema mirov qala azadiya çapemeniyê dike, dibîne ku Tirkiye di binpêkirina warê azadiya çapemeniyê de piştî Çînê welatê duwemîn e.
Rojnameya Wall Street Journal jî bal kişand ser daxuyaniya ji aliyê malpera Bianetê ve hate dayîn û nivîsand ku ligel van girtinên dawiyê, jimara rojnamegerên li Tirkiyeyê li piştî şibakên hesinî ne gihişt 90’ê. Rojnameya navnetewî di nûçeya xwe de nivîsand ku Wezareta Dadê ya Tirk nexwestiye der barê van binçavkirinan de daxuyanî bide.
Rojnameya Wall Street Journal cih da Nunera Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) ya Tirkiyeyê Emma Sinclair-Webb ku dibêje ‘Ev girtin mirov matmayî dihêle û gumanan zêde dike.”