Xana Hesen Paşa ya ku diviyabû bizmarek jî lê neyê kutan, şaneşîn hatin camkirin û saziyên ji parastinê qaşo berpirsiyar jî tenê 300 metroyî dûrî xanê ne.

Dewleta Tirk ji bo texrîbkirina şûnwarên Kurdistanê û xasma her tişta elaqeyeke wê bi bîra mirovî re heye, li Kurdistanê tine bike, betal nasekine. Sûr bi pirranî texrîb kir, Ava Mezin da ser Heskîfê, geliyê Munzur yê Dîcleyê bi bendavan bi temamî texrîb dike. Armanca dewleta tirk bi vê texrîbkirina bîreke hevpar e û ji ber wê jî ew saziyên wê yên ku qaşo divê şûnwaran biparêzin, bi erka xwe ranabin. Li Kurdistanê ev saziyên hanê gelek caran jî texrîbkirina şûnwaran teşwîq jî dikin.

   

Li Sûr a Amedê, bi destê dewleta Tirk texrîbkirina avahiyên dîrokî didome. Niha jî Xana Hesen Paşa ku di nav Lîsteya Şûnwarên Çandî yên Tescîlkirî de ye tê texrîbkirin. Xwediyên kargehên li xanê ji bo qezenceke zêde, zirarê didin xanê bi xwe. Xwediyên kargehan şaneşînên xanê bi caman girtin.

300 metreyî dûrî xanê ne

Li Amedê nêzî 700 avahiyên dîrokî di nav Lîsteya Şûnwarên Çandî yên Tescîlkirî de ne. Yek ji van jî Xana Hesen Paşa ye. Li gorî vê lîsteyê divê raçînga avahiyên dîrokî bi ti awayî neyê xirabkirin. Lê belê xwediyên kargehên li xanê, ji bo mişteriyên wan zêde bibin, rabûne şaneşînên xanê bi caman girtine.

Midûriyeta Herêmê ya Desteya Parastina Şûnwarên Dîrokî û Midûriyeta Herêmê ya Weqfan bi qasî 300 metreyî dûrî xanê ne, lê belê ji bo vê rewşê xwe li bêdengiyê danîne.

Serokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefhan Aydin, texrîbata tê kirin nirxand û got, "Çi bê kirin divê Midûriyeta Herêmê ya Desteya Parastina Heyînên Dîrokî kontrol bike. Lê mixabin di demên dawî de weziyeteke bêcezatiyê heye. Di 3 salên dawî de; bûyerên li Sûrê, nêzîkatiya ji bo dîrokê rê li ber pêkanînên bi vî rengî vekir".

 Nedibû bizmarekî di dîwêr de bikutin 

Aydin di dewamê de got, "Sûr, bûye devereke ku nayê kontrolkirin. Halbûkî, gava li Sûrê bizmarek jî bê kutan, divê ew bi destûra Desteya Parastinê pêk bê. Lê ev nayê kirin. Ev hem peywira Desteya Parastinê ye hem jî ya Şaredariya Sûrê ye. Lê ev sazî karên xwe nakin. Em jî veguherîne saziyekê ku hema berpisiyariyên van saziyan bi bîra wan bixin. Ev pêkanîn bi ti awayî nayê qebûlkirin. Lewma, gava mesele avahiyeke tescîlkirî be, ew der milkê wî be jî ji ber ku êdî mîrateyeke hevpara a mirovahiyê ye nikare li gorî dilê xwe hereket bike. Milkê wî be jî nikare vê yekê bike. Divê Desteya Parastinê, Midûriyeta Herêmê ya Weqfan û Şaredariya Sûrê peywira xwe bi cih bînin".

 

AMED