AKP, dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ´ê êdî kêf û şahiyên gelê Kurd ji xwe re li her deverî kirine hedef. Piştî Entaba li Bakurê Kurdidtanê, çeteyên wan pêr êvarê jî Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê xwe bi şahiyeke dawetê de teqandin. Di encama êrişê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayî gihişt 30 kesan û li Rojava ji bo 3 rojan şîn hat ragihandin.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê Silêman Ehmed da zanîn ku hejmara qurbaniyên komkujiya Hesekê bûye 30 kes.

Pêr bi şev li daweteke bajarê Hesekê de teqîneke xwekujiyê pêk hat. Cîgirê Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Silêman Ehmed diyar kir ku heta niha 30 kesan jiyana xwe ji dest daye ( piraniya wan jin û zarok in) û 90 kes jî birîndar in.

Ehmed anî ziman ku birîndar li nexweşxaneyên bajarên Hesekê, Amûdê û Qamişlo têne dermankirin. Ehmed da zanîn ku Ciwanek û zarokekî yeksalî di çavên xwe de birîndar bûne û got, ew ji bo dermankirinê rakirin Başûrê Kurdistanê.

Ehmed got, ji ber dorpêça li ser herêmê, derman kêm in û wiha peyivî: "Em bang li hemû rêxistinên tenduristiyê yên cîhanî dikin ku di milê alavên tenduristiyê de bi me re bibin alîkar."


Girêdana komkujiya Heseke bi ya Dîlokê re heye

Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê ji bo komkujiya Heseke got, destê sîxurên Tirkiye û Sûriyeyê di vê komkujiyê de heye û di vê êrîşê de hemû pêkhateyên Sûriyeyê hedef hatine girtin. Daxuyanî wiha ye:

“Ji ber serketinȇn leşkerî, destketiyȇn siyasî û dîplomatîk ku Rojava-Bakurȇ Sûriyeyê bi dest dixe, her û her hewldanȇn ji navbirina hȇviyȇn gelan li Rojava dewam dikin.

Vȇ carȇ armanc girtina şahî û zemawendekȇ bû ku ji şeveke bihȇvî û xweş bi teqînekȇ dagerandin bo şeveke tarî û reş bȇyî ku ev şahî bi dawî bibe.

Ev terora dijmirovahî ku tevayiya milet ji zarok û jinan armanc digire, bi tenȇ dewama siyaseta dijminane ye ku li hemberî gelȇ Kurd û tevahiya gelȇn herȇmȇ ji mȇj ve pȇk tȇ, lȇ divȇ ku baş zanibin ku bi van kiryar û terorîzma xwe tu caran vîna me ya azad naşikînin û em her û her tekez dikin ku em ȇ xweragir bin li pȇşberî hemî hewldanȇn qelskirina vîna me û tu caran bi van kiryarȇn tirsonek tiştekî bi dest nexin, lȇ belȇ her û her baweriya me dȇ xurtir bibe."

Di daxuyaniyê de êrîşa li Entabê li dijî daweteke Kurdan wiha hat bi bîr xistin: "Di heman demȇ de em tekez dikin ku destȇn saloxgeriya Tirk û Sûriye di vȇ teqînȇ de heye û ev teqîn bi sedema serkeftinȇn dawiyȇ ku li Minbicȇ û gundewarȇn wȇ çȇbûne rûda û ev teqîna li Hesekȇ rûdayî girȇdana xwe bi teqîna Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê re heye, û em ji gelȇn Rojava re tekez dikin ku em ȇ tolȇ ji her kesȇ tawambar hilînin."


Karê dijiminên 

neteweya demokratîk e

Hevserokatiya Kantona Cizîrê teqîna li Hesekê şermezar kir û got, "Teqîna Hesekê bi destê dijiminên neteweya demokratîk, biratiya gelan û Rêveberiya Xweser, pêk hat."

Hevserokatiya Kantona Cizîrê derbarê teqînê de got, "Wan kêfxweşiya me hedef girt. Ew bi hemû rêbazan hewl didin tevlîheviyê bixin nava pêkhateyên herêmê û rewşa herêmê aloz bikin. Kesên ku ev teqîn pêk anîn, hêza wan tune ye ku di çeperên şer de, li hember şervanên me, li ber xwe bidin. Ev teqîn bi destê dijminên projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan  û Rêveberiya Xweser, pêk hat."


Li Rojava 3 rojan şîn e

Kordînasyona Rêveberiya Xweser piştî komkujiya Hesekê ku di ancamê de 30 kesan jiyana xwe ji dest da û 90 kes jî birîndar bûn, 3 roj şînî li Rojava ragihand.

Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê komkujiya Heseke de got, "ev karekî Newêrekane ye di encama îflasbûna hêzên terorîst û dewletên destekê didin wan de hatiye" û bang li civaka Navneteweyî kir ku ji bo terorê ji hole rakin li kêleka Şoreşa Rojava cihê xwe bigirin. Daxuiyanî wiha bi dawî bû: "Em ji îro ve 3 rojan şîniyê radigihînin û bang li tevahî gelê xwe dikin ku li hemberî êrîşan şiyar bin, bi baldarî tevbigerin û li ciyên komî nesekinin." 


HESEKÊ / QAMIŞLO