• Dewleta Tirk a înkarker û qirker 15ʼê Gulanê nîvê şevê di çarçoveya armanca xwe ya qirkirina Kurdan de bi dehan balafirên şer êriş bir ser Qendîl, Şengal û Mexmûrê. Ji bo vê êrişa mezin dewleta Tirk bi Iraq, Îran û Emerîkayê re hevdîtin kirin.
Bi dehan balafirên şer ên dewleta Tirk a qirker û înkarker, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Wargeha Penaberan a Mexmûr û Şengalê doh nîvê şevê bombardûman kirin. Li Şengalê nexweşxane jî bû armanca bombeyên dagirkeran. Balafirên şer ên Tirk ên ji Ameda dagirkirî rabûn, saet tam 00:00’ê dest bi êrişê kir. Herêmên Parastinê yên Medyayê, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û Şengal hedefa wan bû. Yanî gerîlayên ku li Iraqê DAIŞ şikandin, Şengaliyên xwe bi xwe bi rê ve dibin û penaberên ji Bakur ên ku ji ber zilma dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê li starê geriyabûn. Li Mexmûrê xelk daket meydanan û êriş protesto kir. Ji ber bomberdûmana li kampê şewat bi zeviyan ket, erdên ji bo xwedîkirina pez çandî jî şewitîn. Parçeyên bombeyan belavî derdorê bûn. Di dema bombardûmanê de elektrîka wargehê jî bi temamî hatibû qutkirin. 40 deqîqeyan wargeh bombe kirin Bomberdûmana li Mexmûrê 40 deqîqeyan dewam kir. Balafirên şer Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Çiyayê Qereçox û herêma Miştenûr bombe kir. Li gorî agahiyên ji Mexmûrê, ziyanên canî  çênebûne. Piştî bombebarandinê tevgera balafirên keşfê bê navber dewam dike û balafirên keşfê li ser wargehê digerin. Li Şengalê nexweşxane jî bombe kirin Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, di êrişa li dijî Şengalê de Nexweşxaneya Serdeştê jî bombe kir. Balafirên şer heman demê geliyê Şîlo jî bombe kir. Hat zanîn ku di bomberdûmanê de li Şengalê sivîl birîndar bûne. Her wiha Nexweşxaneya Serdeştê jî hatiye bombekirin. Kronolojiya qirkirinekê Balafirên şer ên Tirk êrişên xwe yên li dijî Mexmûrê zêde kirin. Li kampê zêdeyî 12 hezar penaber hene û fermî di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ye. Di 6’ê Kanûna 2017’an de ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di êrişa 13’ê Kanûna 2018’an de di êrişa hewayî de jineke 73 salî, keça wê ya 26 salî û neviyê wê yê 14 salî û jineke ciwan a 23 salî şehîd bûbûn. Di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên Tirk li Mexmûrê 2 şêniyên kampê şehîd kiribûn. Di 15’ê Nîsana 2020’an de balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Mexmûrê barandibûn û 3 jin hatibûn şehîdkirin. HPG: Xisara me nîne Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li Mexmûr, Şengal û qadên gerîla kir, daxuyaniyek weşand. 
HPGê bi taybetî destnîşan kir ku hêzên wan li qadên Şengal û Mexmûrê tinene: “Dewleta TC a mêtinger kujer ku nikare xwe li nirx û destketiyê Kurdan ragire, bi bahaneyên cuda êrişên namerdî kiriye. Ev êriş li dijî destketiyên gelê Kurd û gelên herêmê hatiye kirin.
Li herêmên navborî liv û tevgereke hêzên me yên HPG'ê nîne. Li dijî her êrişeke dagirkeran a li parçeyekî Kurdistanê ya li dijî gelê Kurd û destketiyên gelê Kurd, hêzên me wê bi rengê herî tund bersivê bidin. Iraqê dewleta Tirk rûreş kir Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê doh êrişên hewayî yên dewleta Tirk li dijî Iraqê bi tundî şermezar kirin. Fermandariyê got, 18 balefirên şer ên Tirk êriş birine ser kampên penaberan li Şengalê û Mexmûrê. Wê êrişên dewleta Tirk weke "kirina provokatîf û li cîrantiyê û qanûnên navneteweyî nayê û bi çôrî û xirabî serweriya Iraqê binpê dike." Iraqê bang li delweta Tirk kir da ku dev ji binpêkirina axa Iraqê berde. BEXDA NAVENDA NÛÇEYAN