Piştî ku Erdogan bi vê gotina xwe BDP hedef nîşan da vê carê êrîşên li dijî avahiyên BDP'ê di heman rojê de dest pê kir û belav bû. Li gorî bîlancoya 3 rojên dawî êrîşên li dijî BDP'ê û saziyên Kurdan wiha ye:
- 15'ê Tîrmehê:  Piştî ku BDP hedef hate nîşandan, avahiya BDP'ê ya Enqereyê bi tevahî hate şewitandin. Ji ber ku tiştek bi tup û gaza xwezayî nehat, welatiyên derdorê ji facîayê rizgar bûn.
- 15'ê Tîrmehê: Piştî şevê din avahiya BDP'ê ya Enqereyê rastî êrîşê hat û hate şewitandin, avahiya BDP'a navçeya Gemlîka Bûrsa yê jî rastî êrîşa bi kevir hat.
- 15'ê Tîrmehê: Li navçeya Germencîkê ya Aydinê karkerên Kurd rastî êrîşê hatin. Di êrîşa bi kêran hate kirin de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Sokeyê Ertan Alkan jî di nav de 3 karker hatin birîndarkirin. Hate zanîn ku cendirmeyên hatine cihê bûyerê jî kevir avêtine karkeran û 60 karker li otela ka dimînin asê mane.
-16'ê Tirmehê:  Koma ulkucuyan a li ber avahiya BDP'ê ya Xerpêtê kom bû, êrîşî Serokê BDP'a Xerpêtê Mehmet Kiliçtepe û rêveberên BDP'ê ku ji avahiyê derketin kirin.
l 17'ê tîrmehê: Piştî ku li navçeya Farqînê operasyon pêk hat û di operasyonê de 20 leşker hatin kuştin êrîşên li dijî BDP'ê zêde bûn. Piştî li dijî avahiya BDP'a Enqere û Aydinê; li dijî BDP'a Uskudarê dîsa êrîş pêk hat. 
- 17'ê Tirmehê: Êrîşên li dijî BDP'ê yek li ser yek din zêde dibe. Piştî li dijî avahiyên BDP'ê yên Enqere, Aydin, Bûrsa Xerpêt û Stenbolê jî niha tabelaya BDP'a Meletiyê hate jêkirin. Serokê BDP'a Meletiyê Gaffar Bayram, diyar kir ku tabelaya wan hatiye jêkirin û zor li deriyê wan hatiye kirin.
- 17'e Tîrmehê: Li navçeya Seyhana Edeneyê avahiya BDP'ê rastî êrîşan hat. Di êrîşê de camên avahiyê hatin kişandin. Li Îzmîrê jî li dijî avahiya BDP'ê hewldana êrîşê pêk hat.
- Li dijî avahiya Navenda Çanda Ciwanan a Mêrsînê (GKM) êrîş pêk hat. Dema koma ulkucuyan êrîşî GKM'ê kir, 10 kes hatin binçavkirin.

- Li Trabzonê, koma ku ji nêzî 200 kesan pêk tê, li dijî çend karkerên Kurd bi hinceta dema srûda îstîklalê hatiye xwendin ranebûne ser piyan, êrîşa lîncê pêk anîn. Di êrîşê de 3 karker ji ser û piyên xwe birîndar bûn.

DÎHA