Navenda Ragîhandin û Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li Kobanê û Hesekê daxuyaniyek nivîskî weşandin.
Di daxuyaniya YPG’ê de hat destnîşankirin ku li ser operasyonên hêzên wan ya li hember çeteyên ku hewldidin navenda Hasekê dagirbikin dabûn destpêkirin, berdewam dike û wiha dewam kir:” Şevê din çeteyên DAIŞ’ê bi armanca xilaskirina komên xwe yên li Hesekê di bin dorpeçê de ye êrîşek lidarxistin. Ev êrîşên ji başûrê Hesekê bi 3 baskan ve hat lidarxistin, ji aliye hêzên me ve hat vala derxistin. Heta sihare li van qadan pevçunên zehf dijwar hat jiyîn. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li van herêman nehatiye zelalkirin.
Li Kobanê ji 4 milan ve êrîş kirin
Di daxuyaniyên YPG’ê de operasyonên li Kobanê pêktên, ew agahî hat dayîn: “Operasyonên hêzên me ya li başûrê Kobanê berdewam dike. Hêzên me şevê din, li çend gund û derdorê wan a ku çeteyan êrîş lidardixist de, operasyonek meşandin. Di vê operasyonê de pêşiya êrîşên çeteyan a li hember gundên Maxaretên û Mecbele hat girtin. Şevê din komên çeteyan ji 4 milan ve êrîş birin li ser gundê Sîna ya başûrê Kobanê. Piştî pevçunên dijwar, êrîş hatiye şikandin. Dîsa hêzên me şevê din li gundê Geydadê jî xebatên lêgerîne meşandin. Di encama van xebatan de gellek amûr û cebilxaniya çekên wekî kleş û BKC hatiye bidestxistin.ˮ
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN