Navenda Ragihandina YPG´ê têkildarî êrişên dewleta Tirk û komên çeteyan, daxuyaniyek nivîskî da. Daxuyaniya YPG’ê bi vî rengî bû: 

* Êrişên Artêşa Tirk ên bi ser  Federasyona Rojava-Bakurê Sûrî de dewam dikin. Artêşa Tirk 21’ê Tebaxê serê sibehê bi çekên giran êriş bir ser gundê Ziyaretê yê li rojavayê Kobanê. Di heman rojê de artêşa Tirk  bi şev bi çekên giran êriş bir ser gundê Esefa yê li rojhilatê Kobanê. 

* 21’ê Tebaxê danê nîvro çeteyên DAIŞ’ê bi fuzeyan 2 êrişên cuda birin ser gundê Qadiriyê yê li rojhilatê başûr ê bendava Tişrînê ya Kobanê û rojavayê bajarokê Eyn Îsa. 


Êrişên komên çete

* Êrişên hevbeş ên komên çete yên di bin banê Koalîsyona Sûrî de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suriye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê dewam dikin.

Di çarçoveya van êrişan de komên çete, 22’ê Tebaxê saet 05.00 ji milê Seken Şikeyf ve li dijî taxa Şêx Meqsûd êrişek li dar xistin. Piştî destwerdana hêzên me êrişên çeteyan hat şikandin. Qasî hat zelalkirin di vî şerî de çeteyek hat kuştin.

* Komên çete 21’ê Tebaxê, nîvro jî bi topên hawanan êriş birin ser gundê Tilsilor ê navçeya Cindirêsê li Efrînê.” 



 NAVENDA NÛÇEYAN