
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
QENDÎL: Di 22’ê Mijdarê de di navbera saet 19.30-21.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundên Bolê, Komîta, herêmên Kanî Cengê û Suredê ku bi ser Qendîlê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
HEFTENÎN:Di 22’ê Mijdarê de di navbera saet 14.30-15.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Heftenînê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di 24’ê Mijdarê de di navbera saet 06.00-07.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Şeşdara ya bi ser Heftenînê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
XAKÛRKÊ: 22’ê Mijdarê de di navbera saet 12.00-13.30’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî quntarên Girê Karker ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di 24’ê Mijdarê de di navbera saet 09.30-11.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî quntarên Girê Karker ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
ANF/BEHDÎNAN
Ji gerîlayên YJA-Starê li Qilabanê çalakî
Hate ragihandin ku di encama çalakiya gerîlayên jin ên Yekîneyên Jinên Aazad (YJA-STAR) ve, li navçeya Qilaban a Şirnexê hate lidarxistin de leşkerek hate kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayên jin ên YJA-STAR’ê de li Qilabanê leşkerek hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “Di 22’ê mijdarê de di saet 14.00’an de li navçeya Şirnexê Qilabanê li dijî leşkerên dijmin ê li girê Şehîd Kendalin ji aliyê gerîlayên me yên YJA-Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk li dijî herêma çalakiyê bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.”