Nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk ya li ser axa Başûrê Kurdistanê dewam dike. Berdevkê mizgefta gundê Tiwesuranî ya ser bi bajarokê Sengeser a navçeya Pişder ya li herêma Raperînê, Mela Îsmaîl li ser mijarê axivî. Mela Îsmaîl dagirkerî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd şermezar kir û got; “Ev êrişên ku dewleta Tirk tîne ser gelê Kurd, di çarçoveya dînê îslamê de qedexe ne. Herwiha her kesê ku alîkariya wan bike, hevalbendên wan e. Herêma Kurdistanê nikare parastina xwe jî bike. Heger desthilateke herêma Kurdistanê hebûya, bê guman wê bomberdumanên li dijî herêma Kurdistanê rawestandiba. Ti helwêsteke hikûmeta Iraqê jî nîne. Gelê Kurd di çavê Ereb, Faris û Tirkan de hemû yeke, û dijminahiya Kurdan dikin. Li rexmê di nava wan dewletan de nakokî jî hene, lê li ser doza Kurdan ew yek in.Hemû Kurd û bi taybetî kesayetên dînî, divê ji bo mafê gelê Kurd dengê xwe bilind bikin. Êdî li hemberî dagirkerî û bombebarana dewleta Tirk bêdeng nemînin. Xwedayê mezin çawa Tirk, Faris û Ereb û hemû neteweyên din çêkirine, wî Kurd jî bi heman awayî çêkirine.”

ROJNEWS/SENGESER