Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn destnîşan kir ku netewe dewleta li ser înkarkirina Kurdan ava bûyî, heta ku karakterê xwe yê heyî bidomîne, amade ye bi her awayî tawîzan bide û got, "Ji bangên Erdogan ên li Koalîsyona Navneteweyî, mirov bi hêsanî vê yekê dibîne. Got, 'Çi gotin ku me nekir, em jî dikarin biçin Reqayê, em jî dikarin li Reqayê şer bikin, lê belê şertê me ew e ku bi YPG yan jî bi QSD'ê re neçe...' Di vir de armanca bingehîn, têkoşîna li dijî DAIŞ'ê nîne. Dixwaze pêşî li encam û asta têkoşîna azadiyê ya bi YPG'ê re ji aliyê Kurdan ve hat afirandin, bê girtin. Ev bi ser neket, bersiva xwe nedît. Herî dawî, hin encamên di operasyona Reqayê de derketin holê, hin biryarên operasyonê yên koalîsyonê, kir ku Tirkiye dîn û har bibe."

Altûn êrîşên dewleta Tirk ên li Qereçox û Şengalê jî weke encama vê dînîtiyê nirxand û got, "Dest bi lêpirsîna sîstema xwe dispêre Ewrûpayê jî kirin. Ku ev sîstem modela bingehîn a avabûna netewe dewletê ye. Bi qasî ku bi rêya Rûsyayê şantajê bike, zêdegavî kir. Tevî ku ev yek gelekî bi rîsk bû, heta jê hat kir. Piştî ku encama dixwest ji vir bir dest nexist, hîn bêhtir dîn û har bû. Êrîşên li Qereçox û Şengalê jî di vê çarçoveyê de hatin kirin."


'Piştî ku desthilatdarî bi dawî bû ev xet wê bipetixe'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn diyar kir ku êrîşên li dijî Rojava û Şengalê, zextên li nava Tirkiyeyê, rewşa xitimandî ya destûra bingehîn û biryarnameyên tên derxistin dema bên nirxandin, wê were dîtin ku hikumeta Erdogan hem li siyaseta xwe ya hundir hem jî ya li derve wê guhertinan neke.

Der barê pêvajoya ji niha û pê ve jî Altûn got, "Tê payîn li Kurdistan û Tirkiyeyê pêkanînên faşîst; zext, êrîş, kuştinên kiryar ne diyar, komkujî û înkar zêde bibin. Her wiha li qada herêmî û navneteweyî jî, dibe ku bi rengekî çavsorî polîtîkayên nû yên ku xwe bixine nava şerê li derveyî welat, bimeşîne.

Erdogan siyaseta xwe naguherîne, gelekî zehmet e. Kengî hesabê kiryarên xwe da, hingî wê karibe guhertinê bike. Lê vê yekê nikare bide pêş çavên xwe. Lewma neçar e bi her awayî pîsîtiyê bike. Ev xet, piştî ku desthilatdariya wê bi dawî bû wê îflas bike, bipetixe."


 ANF / BEHDÎNAN