Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê têkildarê êrişên hewayî û topbaranan ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên leşkerî de daxuyaniyeke nivîskî da.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê êrişên hewayî û topbaranan de ev agahî da:
*Di 1’ê mijdarê de di navbera saet 10.00-12.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Geliyê Pisaxa ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin. 
*Di 1’ê Mijdarê de di navbera saet 18.00-19.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şehîd Ayhan ku bi ser Hefteninê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin. 
*Di 1’ê Mijdarê de di navbera saet 11.00-16.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Xapuşkê, Girê Helîkopter Bêgeltê, sêgoşeya Nûgalya ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. 
*Di 1’ê Mijdarê de di navbera saet 17.00-18.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî zinarên Xapuşkê, Govendê, Girê Bayrak û sêgoşeya Nugalya ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. 

Li ser sînor veguhestina leşkerî

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li ser xeta sînor a navçeya Şemêzînan a Colemêrgê leşker têne veguhestin û wiha hate gotin; “Di 1’ê Mijdarê de di saet 09.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Girê Silo û Qereqola Rûbarokê ya bi ser navçeya Colemerg Şemzînanê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi 70 wesayît û bi helîkopterên skorskyan leşker û alavên leşkerî hatiye veguheztin. Veguheztin heta 2’ê Mijdarê jî berdewam kiriye.” 


Operasyona li sînor didome 

Navenda Ragihdin – Çapemenî ya HPG’ê got; “Di 1’ê Mijdarê de ji saet 18.00’an heta 2’ê Mijdarê saet 04.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Xapuşkê, Govendê, Bêgaltê û sêgoşeya Nugalya ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke hewan û obusan hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di saet 06.30’an de ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî heman herêma bi helîkopterên kobraya hatiye bombekirin. Piştî êrîşê li dijî Zozanên Silo û Girê Înonu yên li ser sînor opersayonek hatiye destpêkirin. Opersayona li herêmê hîn jî berdewam dike.”


 ANF/BEHDÎNAN