Li ser banga Partiya Yekîtiya Demokatîk (PYD) li Nerwêcê, bi dehan Kurdistaniyên li Nerwêcê û dostên gelê Kurd li Paytextê Oslo daketin xwepêşandanê. Xwepêşandan ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser herêmên Şehba û gundên Kantona Efrînê pêk hat.

Xwepêşanderan ji pêşiya stasyona Tirênê ya sereke li paytexta Nerwêcê Oslo dest bi meşê kirin û bi diruşmeyên şermazarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê re û topbarankirina sivîlên gundên ku ji aliyê hêzên Ceyş El-Siwar ve hatine rizgarkirin, di kolanên sereke yên bajêr re meşiyan û vegeriyan stasyonê.

Komîteya amadekar a meşê di xwepêşandanê de belavokên ku kiryar û komkujiyên hikûmeta Tirkiyeyê vedibêjin li meşvanan û şêniyên herêmê belav kirin.

Li stasyona trênê meş veguherî mêtîngekê. Mêtîng bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre nivîskar û siyasetmedarê Nerwêcî Erlîkfo Lokford axivî û bang li civaka navnetewî kir ku di şerê li dijî terorê de piştgiriya Şoreşa Rojava bikin û destnîşan kir ku divê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û komkujiyên wê li Bakurê Sûriyeyê helwestên diyarker bên nîşandan û tevgerînek berbiçav pêş bikeve.


Li Stokholmê Eutelsat 

hat protestokirin

Li paytexta Swed Stokholmê, şîrketa Eutelsatê ku li ser fermana dewleta Tirk weşana Med Nûçe û Newroz TV’ê sekinand, hat protestokirin.

Kurdistanî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên Swedê û Yekîtiya Jinên Kurd Sarayê doh saet di 12:00 de li pêşiya avahiya Seferatxaneya Fransayê ya li Swedê li hev civiyan, pankart û wêneyên ji logoyên televîzyonan rakirin û bi dirûşmên xwe dewletên Tirk û Fransayê şermezar kirin.

Çalakgeran xwestin nameyeke protestoyî ya der barê girtina televîzyonên Kurd de bidin rayedarê seferatxaneyê. Ji ber ku rayedarên Sefaretxaneyê name qebûl nekirin, çalakgeran biryar dan ku heta qebûlkirinan ameyê çalakiya xwe bidomînin.

Piştre li ser daxwaza Sefîrê Fransayê polîsan êrîşî çalakgeran kirin. Her dawî piştî qebûlkirina nameyê çalakger bi qîrîna dirûşman dewletên Tirk û Fransayê şermezar kirin û dawî li çalakiya xwe anîn.


Li Mûnchen û Parîsê çalakî

Kurdistaniyên ku li pêşiya şaredariya bajarê Munchen ê Elmanyayê hatin gel hev, alên PYD, YPG-YPJ’ê bilind kirin. Girseya ku belavokên li ser şermezarkirina êrîşan belavkirin, diyar kirin ku di van êrîşên dewleta Tirk de berpirsiyartiya hêzên navnetewî jî heye. Her wiha çalakiya li dijî biryara Eutelsatê ya sekinandina weşana Med Nûçe TV’yê, piştî 4 rojan bi dawî bû. 

Dewleta Tirk li paytexta Fransayê Parîsê hat protestokirin. Kurdistaniyên ku li Navenda Civaka Demokratîk ya Kurd hev kom bûn, li vir êrîşên dewleta Tirk li dijî Rojava protesto kirin. 

Girseya gel nerazîbûn nîşanî bêdengiya çapemeniya Fransayê da û ber bi avahiya Ajansa France Presse (AFP) ve meşiya. 

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa  “Dewleta Tirk Rojava bomberdûman dike, Ewropa bêdeng e” hat vekirin û dirûşma “Kujer Erdogan, hevkar Ewropa” hat qîrîn.

Kurdistaniyan ji bo çalakiya îro ya saet di 15.00 de li pêşiya seferatxaneya Tirk bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN