Ji ber ku Dewlea Tirk sînyala xirakirinê diavêje ser weşana Radyoya Avrîn FM, rêveberiya Radoya biyar da ku weşanê li ser sê pîlan bike.

Dewleta Tirk sînyalên xirakirinê davêje ser weşana Radyoya Avrîn FM. Xebatkarên Radyoyê piştî navenda wan bi topbarana dewleta Tirk hatibû rewestandin carek din weşana xwe dabûn destpêkirin. 

Ji bo pêşî li êrîşên dewleta Tirk werin girtin rêveberiya Avrîn Fm dê weşanê li ser pîla 93.00, 102,5 û 108,00 weşana xwe bidomîne û bi vê yekê dê misogeriya weşanê bike. Dengê Avrîn FM bi derfetên kantonê di Îlona 2013ʹan de dest bi weşanê kiribû. Radyoyê rojane 12 saetan bernameyên çandî, siyasî, çandî, civakî bi Kurdî û Erebî weşan dikir. 


EFRÎN