Dewleta Tirk bi rêya qeyûman şaredariyên Kurdan dagir kirin. Qeyûmên ku dest danîn ser şaredariyan bi lezûbez êrîşî saziyên çand û hunera Kurd kirin. Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 31 hunermendên di Şanoya Bajar de dixebitîn ji kar hatin derxistin, li şaredariya Êlihê Midûryeta Şanoya Bajar ku ev 3 sal bûn kar dikir bêyî hincetek bê nîşandan hat feskirin. Qeyûman wek van mînakan dawî li gelek xebatên hunerî anîn. Nivîskar-sînemager Îlhan Bakir bertek nîşanî qeyûmên ku xebatên çand, huner û ziman kirine hedefa da û diyar kir ku dixwazin hafizeya çand û hunerê ya Kurdan tune bikin.



Dixwazin huner bisekine


Bakir, da zanîn ku dema qeyûm tayînî şaredariyan kirin û got: “Ya yekemîn çavkaniyên şaredariyê pêşkêşî xizmên xwe kirin û zêdekirina sermayeyê bû ya duyemîn jî, qeyûm ji bo jiyana nû ya Kurdan avakiriye û çanda wan asteng bikin tayînî şaredariyên stratejîk hatin kirin. Ger bê dîqatkirin dema qeyûm hatin şaredariyan xebatên bingehîn ên wekî komkirina çopê ne sekinand. Lê çiqas xebatên ji bo çand û hunerê hene hemû dan sekinandin. Sînemager, şanoger, xebatên ziman û xebatên muzîkî bi sedan astengiyan re rû bi rû man û xebatkar ji kar hatin derxistin.”

Barê hunermend têkoşîn e


Bakir, bi lêv kir ku bi rakirina abîdeya Roboskê dixwazin qetlîamê bidin ji bîrkirin û wiha pêde çû: “Beriya niha jî êrîşên li ser ziman û çand a Kurdan hebûn. Herî zêde polîtîkayên înkar û redê hatin bikaranîn. Niha jî polîtîkayek zirav ên zextan hene. Armanca bingehîn a vê pêvajoyê ewe ku dixwazin bi şêweyê şerê zirav, xebatên di qada çand, ziman, huner, jin û zarokan de ji holê rakin. Îro bi vê polîtîkayên giran jî nikarin bêjin ‘em li dijî Kurdanin û wan qebûl nakin’. Kurdên li dijî vê îtaat dikin, li ser Kurdên ketîne dixwazin hebûna xwe bidomînin. Lê ji bo Kurdên li ber xwe didin îmha bikin hemû riyan bikartînin. Sedama bingehîn a tayînkirina qeyûman, ji holê rakirina nirxên çand û hunerî ne. Tişta ku hunermend bike li dijî vê berxwedane.” 


AMED