Kes an jî kesên ku pêr bi şev ketin Cemxaneya li Sûltanbeyliyê, derî û camên wê şikandin û li ser erdê nivîsîn û weha gefxwarin “Ne qediya” û “bimire”.

Alavên Cemê hatine belavkirin û camên hatine şikandin.

Serokê Cemxaneya  Sûltanbaylî ya PSAKD’ê Erdal Aksoy, derbarê bûyerê de ji PÎRHA re axivî û wiha nerazîbûna xwe nîşan da: “Xebatkarên cemxanê dema serê sibê derî vekirin, bûyer dîtin. Der barê bûyerê de lêkolînên me dewam dikin.”

Aksoy, da zanîn ku ew ê lêkolînên xwe yên der barê bûyerê de bidomînin û got: “Bi şikandina qutiya bexşîşê, xwestinek bûyerê veguherînin bûyereke diziyê. Lê nivîsên gefan ên hatine nivîsandin, nîşan didin ku ev êrişek e. Divê elewî li dijî van êrîşan bi hev re bin têbikoşin. Lazim e ku elewî xwe komî ser hev bikin û bi hev re bibin yek û yekitiya xwe ava bikin. Nexwe ev êriş wê zêdetir bibin.”

 

PÎRHA/STENBOL