Şahidekî bûyerê ji ANF’ê ragihandin ku li taxa Enfalê a bajarokê Rizgarî, ji aliyê çend kesên ne naskirî ve ku xwedî yê wesayîteke Nîsan a bi plaqeya ji Diyalayê, gule berdan li ser endamên PÇDK’ê yên dema propandeya hilbijartinê dikirin. Şahidê bûyerê diyar kir ku êrîş di dema danasîna namzetên PÇDK'ê qewimiye û tiştek bi kesî nehatiye.
Li dû bûyerê, endamên PÇDK'ê li gel polîsan gilî kirin. Di haman demê de roja 27’ê Tebaxê asayîşa PDK’ê li Akrê gef li malekê xwar ku ji bo mala xwe ne de PÇDK’ê ji bo navenda hilbijartinê bikar bîne. Hat hînbûn ku asayîşê ji xwediyê malê re gotiye divê mala xwe ji Akrê bar bike û bi ku ve diçe bila biçe. Hat gotin ku asayîşê gotiyê, eger xaniyê xwe bidin wê xizmên wan yên ku di dezgehên Hikûmî de kar ji dikin jî ji kar bên avêtin. Her wiha hat ragihandin ku li navçeya Hewlêrê Quştepe jî gef li endamên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê hatiye xwarin, ku li navçeyê propaganda hilbijartinê nekin.
SILÊMANIYE/HEWLÊR