Di demên dawî di binpêkirinên mafan û pêkûtiyên li ser girtîgehan her ku diçe zêde dibe û tê rojeva raya giştî. Pêkanînên taybet ên ku li girtîgehên wekî Şakran, Sîncan, Batman, Mardin û girtîgehên din ên navê wan bi binpêkirina mafan tê rojevê; pirsa "Gelo ev polîtîkayên zext û pêkûtiyan ji navendek tenê tê birêvebirin" tîne hişê mirovan. Ji bilî van girtîgehan herî dawî derket holê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê gardiyanên mêr êrîşî girtiyên jin ên siyasî kirine.
Piştî ku gelek girtiyên jin ên siyasî ji Girtîgeha Bedlîsê sirgûnî girtîgehên bajarên rojavayê Tirkiyeyê kirin, li ser 16 girtiyên jin pêkûtî û zext jî zêde bûn. Hate zanîn ku ev pêkûtî gihaştiye asta êrîşkirina fizîkî û girtiyan diyar kirin ku gardiyanên mêr êrîşî wan kiriye. Girtiyên jin zext û pêkûtiyan bi gotina "Rewşa me ne baş e, em di berxwedanê de zehmet dikişînin" rave kirin û destnîşan kir ku ev pêkûtiyan piştî ku wan sirgûnkirina hevalên xwe şermezarkiriye dest pê kiriye û zêdetir bûye.Girtiyên jin anîn ziman ku ji ber vê yekê hîn pêdiviyên zarûrî nikarin pêşwazî bikin û ragihandin ku çi be bila bibe ew pêkanîna rêvebiriya girtîgehê dê qebûl nekin. Jinan anî ziman ku her wiha ji bo derxistina revîrê jî heman rewş derbas dibe û rêvebirî girtiyan yek bi yek derdixe revîrê. Ji ber ê yekê jî girtiyên jin biryar dane ku ji bilî rewşa lezgîn û girîng dernakevin revîrê.
Gardiyanên bi ser koxûşan girtin!
Hate gotin ku hefta borî gardiyanên mêr êrîş birine ser koxûşa girtiyên jin. Di koxûşa B-8'an ên ku 7-8 girtiyên jin lê dimînin, hefteya borî ji bo şermezarkirina sirgûnkirina hevalên xwe li derî xistine, li ser vê yekê nêzî 30 gardiyanên mêr di hejmara sibê de bi ser koxûşê de girtine û êrîşî girtiyan kirine. Gardiyanan girtiya bi navê Sumeyye Gok ku li ser ranzaya jor rûniştîbû ji porê wê girtine û kaş kirine erdê. Li ser vê yekê Gok serserkî li erdê dikeve û ji stûyê xwe birîndar dibe. Hate zanîn ku ligel ku xetereya stûyê Gok bişkê an jî biêşe, wê nebirine revîrê û derman nekirine. Girtiyên jin ên siyasî diyar kirin ku ji ber pêkanînan qebûl nakin, pêkûtî li ser wan zêde bûne û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
BEDLÎS