Li ser daxuyanî û bangên gefxwarinê yên rayerdarên hikûmeta AKP´ê êrişên li dijî gelê Kurd û HDP´ê jî zêde dibin. Kes an jî kesên ketin avahiya rêxistina HDP’ê ya Enqereyê, êrişî endamê PM’ê Ahmet Karataş kirin. Karataş ji gelek cihên bedena xwe ji ber êrişên bi kêran birîndar bû û rakirin beşa lezgîn ya nexweşxaneyê. Endamê PM’ê Alî Urkut derbarê êrişê de ev agahî dan: “Di seatên sibehê de dema Ahmet Karataş bi tena serê xwe li avahiya partiyê bû, êrîşker an jî êrîşkaran di deriyê partiyê ya vekirîbûn de ketin hûndir. Êrîşkarên ku ketin hûndirê avahiya partiyê êrîşê Karataş kirin. Piştre bi 7 derbeyên kêrê bedena Karataş birîndar kirin û ji cihê bûyerê reviyan.” Urkut diyarkir ku Karataş ê giran birîndar bû, demek bi birîndarî di avahiyê de ma û gelek xwîn winda kir. Endamên partiyê piştî ku çûn avahiya partiyê Karataş di nava xwînê de li erdê dîtin û rakirin Nexweşxaneya Nûmûne ya Enqereyê. Karataş rakirin beşa lezginî ya nexweşxaneyê û xetereya jiyana wî dewam dike.

AKP hedef nîşan da êrîş pêk hat

Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş piştî lêkolînên li avahiyê derbarê bûyerê de daxuyanî da. Beştaş diyar kir ku ew li cihê bûyerê geriyane û wiha axivî: “Piştî êrîşê bi endamên me yên PM û MYK’ê em hatin cihê bûyerê. Em li cihê bûyerê geriyan û me dît ku hemû delîl li ber çavan e. Lê eml van hemû tiştan li vir nebêjin.” Beştaş destnîşan kir ku ew hemû delîlên bûyerê bi baldarî şopandine û wiha pêde çû: “Ji ber ku li vî welatî di hewldanên cinayetê û komkujiyan de bê çawa delîl tên windakirin me bi çavên xwe dîtiye.” Beştaş destnîşan kir ku Karataş dê bê emeliyatkirin û bilêv kir ku gotinên bi nakokî hene û wiha berdewam kir: “Tê gotin rewşa wî krîtîk e, carna jî tê gotin ber bi başiyê ve diçe, 7 darbeyên kêrê hene. Li avahiya me li hundirê odeyan, li asansorê û pêlikan şopên wxînê hene.

Êrişek bi pîlan e

Beştaş got, di serî de serokomar û serokwezîr, rayedarên din ên hikûmetê demeke dirêj e li dijî me kampanyaya lîncê didin meşandin. Herî dawî Serokomar gotina ‘ez encaman naxwazim bifikirim’ bi kar anî, gelo ev yek qest kir. Beştaş got ku ji sekreter telefona partiyê tê xwestin. Li ser pirsa rojnamegeran a “Kesê ku rastî êrîşê hat gelo berê hatibû tehdîtkirin” bersiva “partiya me her roj ji aliyê rayedaran ve tê tehdîtkirin” daye. Sekna endamên partiyê ya li ber nexweşxane û avahiya partiyê didome. Li aliyê din êrîşkarê ku endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Ahmet Karataş bi derbên kêrê bi giranî birîndar kir hate girtin. Êrîşkar li mala xizmê xwe  yê li Altindagê hatiye binçavkirin. Hat ragihandin ku êrîşkar di 1986’an de li Enqereyê hatiye dinê. Ji bo wergirtina îfadeyê, êrîşkar birin Midûriyeta Polîsan.

DIHA/ENQERE