Li rojavayê bajarokê Xurmatû, mayînek bi karwanê wesayitên hêzên pêşmergeyan de teqiya. Di encama teqînê de fermandarek pêşmergeyan şehîd bû, fermandarek û 2 pêşmerge jî birîndar bûn. Doh serê sibehê li herêma Zerge ya rojavayê sînorê navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahaddîn, di dema derbasbûna karwanê wesayitên hêzên pêşmergeyan de, mayîn teqiya. Di encama teqînê de fermandarek pêşmergeyan şehîd bû. Fermandarek û 2 pêşmerge jî birîndar bûn.
Di der barê bûyerê de fermandarê Tûgaya 5’em ê hêzên pêşmergeyan li Şarezûr Mûbarek Elî diyar kir ku di dema vegera hêzên Tûgaya 5’em a Şarezûr ya girêdayî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê de, li sînorê Zerge mayînek bi karwanê hêzên pêşmergeyan de teqiye û got; “Di encama teqîna mayînê de fermandarê tûgayê farmandar Kawe û du pêşmergeyên binavê Birwa û Hêmin birîndar bûn. Fermandarê binavê Cemal Fatih ve jî birîndar bûn. Fermandarê Cemal Fatih xelkê navçeya Seyîdsadiq e û cenazeyê wî hatiya şandina Seyîdsadiq. Birîndar jî hatine rakirina nexweşxaneya Kerkûkê.”
Mûbarek Elî di dawiyê de got ku ev kiryarên danîna mayînan bi taybetî li herêma Zerge pir rû didin.
XURMATÛ