Dozgeriya bajarê Elmanyayê Luneburgê bi îdîaya ku alaya KCK´ê bi bîr dixe, doz li antîfaşîstekî Elman vekir, ji ber ku alaya Antîfa Internasyonalê hilgirtiye. Rûniştina dozê wê 29´ê Hezîranê li Dadgeha Sulhê ya Luneburgê dest pê bike. Elaqedarî dozê berdevkê tevgera Antîfaşîst a li Luneburg/Uelzenê Olaf Meyer ji nûçegihana me Nîhal Bayram re peyivî. Wî got, Elmanya hewl dide taqîba edlî ya li dijî Kurdan berfireh bike û wiha dewam kir: ”Niha jî dixwazin sembola Antîfa Înternayonalê bixin nav qedxeya PKK´ê.” Meyer got, heger biryareke li dijî sembola wan derkeve, ew ê li ber rabin. MAINZ