Zanyarê ola îslamî yê ji Başûrê Kurdistanê yê Kurd Mele Nadir Elî ji ANHA'ê re axivî û daxuyaniyên girîng dan. Elî wiha got: "Dema ku rêjîma Baas ya Îraqê merqed, mizgeft,

Quran bin pê dikir, me beriya niha bûyerên wekî şewitandina Qurana pîroz, rûxandina merqedên şêxan û wêrankirina mizgeft û menareyan yên ku li bajroka Til Meerûf yên ji aliyê komên çete ve pêk hatine, di Enfalan de jiyan kiriye. Komên çete yên DAIŞ'ê û hevalbendên wê jî bi heman zihniyeta Baasê êrîşî deverên Rojavayê Kurdistanê dikin."

´Tiştên Seddam kir dikin´

Mele Nadir di berdewama axaftina xwe de wiha pê de çû:"Tişta ku li bajaroka Til Meerûfê çêbûye û di encamê de 4 ji wan jin 15 welatiyên sivîl ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, cihê mixabiniyê ye û ne li gorî qanûnên îslamê ne.
Ev kom bi rûxandina merqedên Şêxên Xeznewî dixwestin ku nasnameya olî ya gelê kurd û dîroka wî bin pê bikin, ji ber ku dijminên gelan beriya her tiştî dîrok û nasnameya wan bipêdikin û dagirkirina xaka welatan tenê tê nabin."Nadir Elî ji bo rê li pêşiya kiryarên komên çete were girtin, bang li hemû rêxsitin îslamî û mafên mirovan yên navneteweyî kir û ji wan xwest ku li dijî van kiryarên wekî şewitandina Qurana pîroz, rûxandina mizgeft û pîroziyên gelan ku ji aliyê komên çete ve pêk hatine, de helwesta xwe nîşan bidin.


´Êrişê nirxên gel dikin´
Derbarê nasnameya olî ya malbata Xeznewî de Mele Nadir Elî ev agahî dan: "Malbata Xeznewî bi dîrok û tekoîşna xwe ya olî tê naskirin, bi taybetî ji dema Şêx Xalidê Neqşebendî hate niha. Vê malbatê gelek dibistan û merqedên olî yên wekî Merqeda Şêx Meeşûqê Xeznewî ku bi destê rêjîma Baas şehîd ket, avakiriye. Bajaroka Til Meerûf bûbû cihekî pîroz û hemû Kurdistaniyan jî serdana wê dikirin. Di dibistanên Til Meerûf de gelek ciwanên Kurd û Ereb yên ji bo ku xizmeta gel û ola xwe bikin, bawernameyên ola îslamî wergirtine."

Ciwanên tevlî çeteyan dibin

Derbarê mijara tevlîbûna hin ciwanên kurd yên Başûrê Kurdistanê di nava komên çete de û hevkariya wan bi êrîşên li ser herêmên Kurdan de Mele Nadir wiha destnîşan kir: "Mixabin ji ber hin fikrên nebaş û xirab yên di mêjiyên hin ciwanên kurd hatine çandin zêdetirî 150 ciwanên başûr tevlî komên tarî bûne û di bin navê Cîhadê de bi çeteyan re êrîşî herêmên Rojavayê Kurdistanê dikin. Ev tiştekî pir xirab e û eger ciwanên kurd dixwazin ku ji bo ola îslamê başiyekê bikin, bila ji bo parastina gelê kurd û herêmên kurdan tev bigerin.”

´Cîhat parastina welat e´
Derbarê cihada îslamê ya rast de jî Mele Nadir li gorî dazwaz û xwestekên olî wiha şîrove kir: "Cîhada rasteqîne ewe ku ji bo parastina gelê kurd, pîrozî, dibistan, merqed, çand û dîroka wî be. Her wiha cîhad tê wateya ku mirov dûrî binpêkirina mafên gelê kurd bikeve. Ez ji van kesên kurd yên ku dibin hevkarên komên çete û êrîşî herêmên Kurdan dikin re dibîjim 'Biçin û bi kesên êrîşî malên we kirine û hûn koçber kirine re, şer bikin." Mele Dandir destnîşankir ku cezayê xinayet û şerê li dijî birayan ya herî giran e û bang li oldarên Kurd kir ku li dijî vê pêla li ser navê îslamiyetê êrişêî Kurdan dikin bibin yek deng û yek fikir.

´Medya bûyeran diveşêre´
Ji bo pênasekirina armacên hin kanalên Televizyonê û bi taybetî yên Başûrê Kurdistanê ji veşartina kiryarên komên çete yên DAIŞ' û hevkarên wê di bajaroka Til Meerûf de Mele Nadir wiha da xuyakirin: “Di dema ku çeteyên DAIŞ'û hevkarên wê êrîşî gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê dikirin, em dibînin ku hin kanalên televîzyonên Başûrê Kurdistanê siyaseta veşartina rastiyan û dûrxistina wan ji rastiyê, didin meşandin. Ev kanal dikarin cihekî mezin bidin bûyera revandina kesekê ji Felestînê ya jî li cihekî din, lê bûyera revandina 4 jinên Kurd û bi wan re zarok bi qasî nûçeya ew kesê biyanî cihê xwe nagire. Ez ji rêveberên kanalên televîzyonê dipirsim ku çi cudahî di navbera me û gelên din heye heta ku hûn çavên xwe li hemberî rastiyan digrin û komkujiyên derheqê gelê kurd hatine kirin yên ku dibin berdewama komkujiyên Enfalê, nabînin.”

´Divê oldarên me çalak bin´

Di dawiya axaftina xwe de Mele Nadir banga ji bo parastina dibistana Xeznewî kir û wiha got: "Dijmin yek e û dîrok jî xwe dûbare dike, dibistana Xeznewî dê ji bo me bimîne cihê serbilidiyê û bi hêviyeke mezin e. Ez li serkeftina gelê kurd li Rojavayê kurdistanê dinêrim. Ez dixwazin ku hemû mamoste û meleyên ku li dibistanên Xeznewî xwendibûn ji bo şermezarkirina van koman hişyar bikin. Ew nagihêjin armanca xwe. Gelê ku ji komploya navneteweyî ya 15'ê sibatê û komkujiya Enfalê rizgar bûye, wê li hemberî hemû hêzan raweste û serkeftina xwe bi dest bixe."

SILÊMANIYE