Li dijî Navenda Giştî ya Tevgera Goran a Girdê Zergete ya Silêmaniyê êriş pêk hat. Di êrişê de parêzvanek yê navendê jiyana xwe ji dest da. Parlamenterê Tevgera Goran Daban Mihemed li ser mijarê peyivî û got;”Bêguman hêzek weke YNK’ê li pişt gulebarana Navenda Giştî ya Tevgera Goran heye. Em li benda encamên lêkolînê ne. Eger derket holê ku êrişkar YNK ye, yan jî kesek ji YNK’ê ye wê demê em ê serî li riyên yasayî yan jî her riyek din a pêwîst bidin.”
Tevgera Goran heta niha bi fermî li ser bûyerê ti daxuyaniyeke fermî nedaye.
ROJNEWS/SILÊMANÎ