Rojê davêjin ser sazî û dezgehên şêniyên cigehekî. Kî dikeve pêş wan digirin. Bê navber bombe û jehra kîmyevî direşînin ser xaka Kurdistanê. Êdî şerwanên azadiya gel ne bi guleyan bi sotinê tên qetil kirin. Bi fermana Fetullah re bê perwa bûne. Çawa ku rê şaşkiribin, pisula wan xera bûbe, li her derê şevşevok û reşên şevê bibînin. Bi psikolojiyeke tirsa dilbizdînê êriş dikin. Har bûne! Akinciyên (peyva tirkî tê wateya êrişkar de ye) osmanî yên nû xwe di nava postên akinciyên Alpertûngayê dema barbariyê de hîs dikin.
Tê zanîn ku kesên êrişê çapemeniyê bikin, dîktator in, faşîst in, xwînxwar in, Lew re ew ji derketina rastiyan ditirsin. Ji sextekarî û şêlandinkariya xwe ditirsin. Ji derew û bêbextiyên xwe ditirsin. Ji wendakirina serkariya xwe ditirsin. Ji xewa giran şiyarbûna girseyên gel ditirsin. Dixwazin rastî di tariyan de bifetisin. Çavên gelê hatî xapandin venebin, guhê wan nebihîsin. Lema êriş dikin wek cinawirên harbûyî.
Herkes baş dizane ku tevahiya çapemeniya tirk çi çep çi rastgir, çi qaşo demoqrat çi turk-îslam sentêzcî bi tevahî ji roja avabûye, ta vê roja me, tim li pêşberê generalan û niha jî li pêşber generalên faşîzma kesk ketine rewşa amadekariyê, tenê fermanên wan pêktînin. Hemû rastiyan belovajî dikin. Reş wek sipî, tariyê wek ronahiyê pêşkêşê girseyên gel dikin ku niviskarê wan Aziz Nesîn ew girseyên gel ji sedî heştê wek bêhiş nîşandabû. Belê hê bêhişan bêhiştir dikin, diguhezînin keriyên pez.
Tenê çapemeniya azad, çapemeniya ji kevneşopiya çapemeniya Kurd dihat, rûreşî û boblatên wan li rûçikê wan dixist, perdeyên tarîkirinê ji ber rastiyan radikir, dixebitîn ku di nava vê bêbextiyê û mija xeniqok de rastiyê bigihînin girseyên gel. Vê jî ew koma paşverûyan, ew koma fêlxirabênfaşîzma kesk ditirsand. Lema bi awayê gayên li tirênê dinêre li ber çavên hemû cihanê êrişê çapemeniya azad kirin.
Ew ditirsin! Hem jî wekî kesên bi cinan ketî, kesên tewanên giran pêkanîne, ditirsin. Li welêt merivekî hebû, bi tirsê diket. Dema çavên wî li siya wî diket, carnan ji tirsan ji ber siya xwe direviya û carnan jî ew pîhn dikir û vê re jî çêrê nemayî ji siya xwe re dikir. Tim digot; „Ev siya min wek ajanên dewletê min teqîb dike. Belê ev serkariya faşîst û şurakaya fetullahî ya bê îman bi tevahî ji kirin û siyên xwe yên qetranî ditirsin. Lema êriş dikin.
Dema em li dîroka faşîst û dîktatoran dinêrin, gelek bi zelalî dibînin ku hemûyan ji bo ku bikanin dengê muhalîf û dijberên xwe bidin rawestandin, berê dengê çapemeniya azad û bêlayan dane birîn. Tenê çapemeniya li ser bendê wan dilîstin li pê hîştine. Li ba Hîtler, Musolini, Pînoşet, Somoza, Kenan Evren ûhwd, wiha bû. Dîktatorên Faşîzma kesk Erdogan-Fetullah jî heman tiştî dikin.
Erdogan – Fetullah jî wek Pînoşet, Somoza, Kenan Evren ûhwd, bi derpê xwe ve taşeronên Amêrîqayê ne, dema cigirê Obama û rayedarên din yên Amêriqayê hatin ev destûr dan wan, wan jî wek leşkerê ji fermanê re amade ev firsend pêkanîn. Ne tenê faşît û bi qirêj in, bi giyana xwe ve caş in jî.
Erdogan-Fetullah aloziyên aborî û siyaysî ya li Rojhilata Navîn û qêyrana aborî ya li cihanê wek firsend bikaranîn, bi alikariya wê hemû saziyên dewletî û hemû helwestên li hember xwe fetisandin, li her derê serkariya xwe ya faşîzma kesk dan rûniştin. Heta hin Kurdên qaşo demekê rewşenbîr û siyasetmedar bûn û hîna jî di nava rûpelên qirêj yên înternetê de wiha tên firotin jî, bi xwe ve girê dan û ji bo xapandina bala cihanê bikartînin.
Tenê nekanîn Tevgera Azadî û gelê Kurd bende bikin û têkin xizmeta xwe. Tekoşîna gelê Kurd rûçikên wan ên faşîst, sextekar û şêlanker bi her aliyê wanên qirêj ve li ber çavan radixîne. Bi taybetî jî çapemeniya azad ev rola xwe bê kêmasî lîst, lema bûbû kelem û qîtê di çavên wan de. Ditirsin ji ronahiyê ditirsin!
Ew di wê baweriyê de ne ku ew ê bikanin bi van êrişên her alî û bi her awayî Tevgera Azadî ya gelê Kurd bifetisînin. Disa gelê kurt di nava bêstatuyê de wek xizmetkarê xwe bihêlin. Lê ew tiştekî ji bîr dikin. Ne gelê me gelê berê ye, ne rêberiya gelê me rêberiyeke klasîk e, ne jî dem dema berê ye. Mirov di vê roja me de dikane bi telefonan jî rastiyan bigihîjîne her derê cihanê, welo cîhana ker û lal çavên xwe jî ji rastiyan re bigire, wê dîsa rastî wê perdeya reş ji hev biçirîne.
Divê çend tişt baş bê zanîn û kirin. Ya yekem faşîst û dîktator tim di pêvajoya têkçûna xwe de har û dîn dibin, êrişê her tevger û heyîyê dikin. Ev êrişa wan ya li ser çapemeniyê vê rastiya wan li ber çavan radixînin. Ew êdî li ser têkçûnê ne. Ya duyemîn; divê fetulyhî  û erdoganî derbeyên mezin bixwin. Hetanê ku rasterast ew neêşin, zirar negihije kesayetiya wan û berjewendiyên wan, dê ew ê ranewestin. Bê vê tu rêyekê din tune. Lew re di dîroka tirkan de aşitî û lihevhatin tune. Tenê tirs dikane wan bîne îmanê.