Bi fermana Serdozgerê Federal doh li sê eyaletên Elmanyayê, operasyon li dijî çeteyên El Nûsrayê hate kirin. Hat diyarkirin ku 4 hemwelatiyên Sûriyeyê di sala 2012’an de li bajarê Serêkaniyê yê Rojava sûcê mirovahiyê kirine.
Doh li eyaletên Saksonyaya Jêrîn, Schleswîg-Holsteîn û Hambûrgê yên Elmanyayê li dijî çeteyên El Nûsrayê operasyonek hate lidarxistin. Di serdegirtinan de Mûstafa K., Abdûllah K., Sûltan K. Û Ahmed K. hatin girtin.
Dozgeriyê diyar kir ku ev çeteyên hanê di sala 2012’an de beşdarî êrîş û komkujiya li Serêkaniyê bûne. Bi taybetî Mûstafa K. û Sûltan K. bi darê zorê gelê Serêkaniyê kirine ku koç bikin.
Li gorî dozgeriya federal herdu kesên din jî di êrîşên Serêkaniyê de cih girtine û li hemberî hêzên YPG’ê şer kirine. Ahmed K. jî bi wesayîta xwe ketiye nav taxan û êrîşî malan kiriye.
Li Serêkaniyê çi bûbû?
Di 8’ê Cotmeha 2012’an de komek çete ji Bakurê Kurdistanê çûbûn Serêkaniyê û dest bi êrîş û qirkirinan kiribûn. Di Mijdara 2012’an de şer gurrtir bûbû. Li hemberî êrîşan gel û YPG’ê bi mehan li ber xwe dabû.
Piştî van jî gelek caran êrîş li ser Serêkaniyê pêk hatibûn û herî dawî di 17’ê Tîrmeha 2013’an de şervanên YPG’ê bajar û deriyê sînor ê li Serêkaniyê ji çeteyan paqij kir.
PERWER YAŞ/ANF/NAVENDA NÛÇEYAN