
Li Baselê, ji bo şermezarkirina qetilkirina Kevser Elturk (Ekîn Wan) li Gimgimê û protestokirina komkujiyên li Lice, Şmezînan û Gimgimê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê, mîtîngek li Marktplatzê hat lidarxistin. Beşdarên çalakiyê dirûşmên „Em ê nehêlin qeşmerê qesrê şer derxîne“, „Kujer Erdogan“, „Jin jiyan azadî“ û „DAIŞ, Erdogan ji Kurdistanê bicehimin“ qîriyan.
Li bajarê Zurîchê jî, bi armanca şermezarkirina polîtîkaya şer a AKP’ê ya li Kurdistanê dimeşîne, meşek hat lidarxistin. Di meşa ji Helvetîa Platzê destpê kir de dirûşmên „Bijî Serok Apo“, „Em xweparastina gelê xwe silav dikin“ hatin qîrîn. Ciwanan xwerêveberî û xweparastinên li gelek bajarên Kurdistanê hatin ragihandin silav kirin û lanet li polîtîkaya AKP’ê ya şer anîn. Bang li hemû ciwanan hat kirin ku xwedî li xweparastinê derkevin. Li dû çalakiyên li Basel û Zurîchê, ji bo meşa roja Şemiyê ya bi pêşengiya DEM-KURD’ê li Dreirosenpark a saet 16:00 de, banga beşdariyê hat kirin.
AKP li Viyanayê hat protestokirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, polîtîkayên AKP’ê yên şer ên li Gimgim, Şemzînan û tevahiya Bakurê Kurdistanê dimeşîne, hatin şermezarkirin.Çalakiya ku li herêma 1. a Viyanayê duh pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Di çalakiyê de bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî axaftin hatin kirin. Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk li Awûstûryayê (FEYKOM) di axaftina xwe de ragihand ku AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan serketina gelên Kurd û Tirk a hilbijartinên 7’ê Hezîranê qebûl nekirine û dest bi êrîşê kirine.Di çalakiyê de gelê li Kurdistanê li ber xwe dide hat silavkirin û dirûşmên „Bijî Serok Apo“ û „Bijî Gerîla“ hatin qîrîn.
BASSEL/VIYANA
Li Arjantînê piştevaniya gelê Kurd
Li Arjantînê polîtîkaya şer a AKP’ê hat şermezarkirin û piştgirî ji gelê Kurd re hat nîşandan. Di çalakiyê de hat xwestin, Erdogan bê darizandin.
Li ser banga sazî û rêxistinên endamê Komîteya Piştevaniyê ya Arjantîn-Kurdistanê, li kolanên Cabîldo û Federîco Lacroze yên paytext Arjantînê zêdeyî 200 kes civiyan û ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ve meşiyan. Di meşê de alên KCK, PKK, YPG, YPJ û wêneyên şoreşgerên Kuerd ên di sala 2013’an de li Parîsê hatin qetikirin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin hilgirtin, dirûşmên „Kujer Erdogan“, „Erdogan-DAIŞ heman kujer in“, „Dewleta TC a Faşîst ji Kurdistanê bicehime“, „Ji Ocalan û hemû girtiyên siyasî re azadî“, „Bijî berxwedana gelên Kurdistanê“ hatin qîrîn.
‘Divê Erdogan ere darizandin’
Di axaftinên li be Sefaretxaneya Bilind de hat ragihandin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ne tenê gelên Tirkiyeyê dixwaze hemû gelên herêmê ber bi şerekî etnîkî û çandî ve dehf bide û hat xwestin ku Erdogan ji ber sûcê li dijî mirovahiyê kiriye, tavilê were darizandin.
Qisekeran dan xuyakirin ku PKK, HPG, YPG û YPJ ên li dijî hikûmeta şer a Erdogan-AKP û DAIŞ‘ê li ber xwe didin, yekane garantiya parastina gelên herêmê ne û gotin, „Têkoşîna şoreşa konfederal a demokratîk a bi pêşengiya Ocalan tê jiyîn, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo azadiya hemû gelên herêmê ye. Û ev peşketina şoreşgerî veguheriye tirsa bingehîn a emperyalîzma dixwaze herêmê bixe nava kaosê.“
Di çalakiyê de qisekeran ragihandin ku ew ê li cem gelên Tirkiyeyê yên di bin sîwana HDP’ê de li ber xwe didin bin.
Sazî û rêxistinên beşdar
Sazî û rêxistinên beşdarî çalakiyê bûne ev in:, „Comite de Solidaridad Kurdistan-America Latina, Nora Cortiñas, Madres de Plaza de Mayo – Línea Fundadora, Agrupación Política Hombre Nuevo, COB La Brecha, Convergencia Socialista, Frente Popular Darío Santillán – Corriente Nacional, Frente por la Unidad Guevarista, Liga Argentina por los Derechos del Hombre, Madres de Plaza de Mayo Línea Fundadora, Marcha Patriótica – Capitulo Argentino, Movimiento de Trabajadores Excluidos, MST - Movimiento Socialista de los Trabajadores, Partido Obrero, Resumen Latinoamericano, Torre, UCA - Unión Cultural Armenia, Izquierda Unida PTS.“
ANF/BUENOS AÎRES
Ji bo Kevser Elturk çalakî
Meclîsa Jinan a Viyan a li Kolnê, ji bo gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ji aliyê dewletê ve hat înfazkirin û îşkence li cenazeyê wê hat kirin, çalakî lidar xist. Jinan li ber Dêra Domê çalakiya rûniştinê pêk anîn û êrîşa li dijî mirovahiyê ya li hemberî Elturk hat kirin, lanet kirn. Jinan bi qîrîna dirûşmeyan û belavkirina belavokan re, êrîşên AKP’ê yên li hemberî jinên Kurd teşhîr kirin û banga hişyariyê kirin. Çalakiya li vê derê heta danê êvarê dewam kir . Jinan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TJK-E hildan û dirûşma „Ji şerê Erdogan re na“ qîriyan.
KOLN