Demeke dirêj e, li ser mijarên siyaseta rojane nanivîsim, di vê rewşa aloz, şerê man û nemanê de min ev nivîs wek divêtiyekê dît, da li ser hin mijareyan dîtinên xwe pêşkêş bikim. Divê berê ev were gotin: Di piyaseya medya civakî de ji bo serî tevlihevkirinan gelek nivîsên ji bingehên rastiya şer dûr, bêhna troleriya dagirkerên xwînxwar jê tê, tên weşandin. Hevî dikim ku xwinêr bi wan nexapin, tenê bi agahiyên ji rêveberiya berxwedana dîrokî tên bawer bikin. Ew li qada şer in. Barê parastina gelê me li ser milên wan e. Ew ji bo parastina gel çi pêwist û kêrhatî bibînin, wê dikin ku ya rast jî ev e.

Ya din divê mirov mijara ka çima wan xwînxwaran navê “Çavkaniya Aşitiyê” li vê erişkariya nijadkujiyê kirine, veke. Em berê li dîroka wan a nêz binêrin. Wan di dagirkerina Qibrisê de peyva “aştî”, di dagirkirina Efrînê de jî navê sembola aşitiyê “guliyê Zeytûnê” bikaranîn. Dagirkirina welatekî, pêkanîna komkujiyan û navên wiha beloq? Ew li aliyekê hewl didin ku bi vê bala giştî û mirovên xwe bixapînin, piraniyan têkin hevkarên xwînxwariya xwe, li aliyê din ew ji aştiyê tenê, bêdengkirin, fetisandin, rûxandin, talankirin û demografîguhertinê fêm dikin. Lema jî ew tim di xwînrijandinan de navê wiha bi kar tînin.

Navê “Çavkaniya Aştiyê” xwedanê taybetî û niyeteke din ya xwînane û îdeolojîk e. Yek, baş tê zanîn ku navê Kobanî yê Erebî “Ayn el Arabî” ye û ji peyva kurdî “Kaniya Ereban” tê. Du, dema Daişiyan êrişê Kobanî kirin û berxwedana Kobanî li ser şikestinê bû, Erdogan li Dîlokê ji bo Kobanî bi dilşadî û awayê mizgîndayînê gotibû; “Ha ket, ha bikeve!” Lê tersê wê bû, gotina Erdoganê Daîşî di qirik û giyana wî de fetisî! Li gel wê yên ku Daîşa wî têk birin Kurd bûn. Ev hê jî wek kulekê li ser dilê wî rûniştiye. Ji zû ve li pey tolehildanê bû. Lema li ser daxwaziya wî ev navê “ayn /çavkanî” li vê êrişa komkujiyê kirine. Heta Trump jî ev fêm kiriye, ji wê ji Erdogan xwestiye ku ew êrişê Kobaniyê neke. Divê teqez ev rastî were dîtin.

Roja êrişê jî rojeke taybet e. Ev ne tesaduf e, bi zanistî hatiye hilbijartin. Dagirkerên tirk ji bo psîkolojiyeke tirsandinê biafirînin, kirinên xwe yên xwînane tim rastê rojên wiha tînin. Her kes dizane, biryara îdamê ya rêberê gel birêz A. Ocalan jî anîn roja îdamkirina Şêx Seîdê nemir û hevalên wî. Dîsa Şêx Mehmûd Berzencî jî 9 Cotmehê 1956´an de çû ser dilovaniya xwe. Em gişt dizanin ku wan generalên xwe li ser sînorên Suriyê ji bo gefxwarinan dan axaftinê. Ji wê rêberê gelê Kurd birêz A. Ocalan 9´ê Cotmeha 1998´an ji Suriyê derket. Yanê mîna ku bi awayekî aşîkar ji me re bibêjin; me çawa rêberê we ji Surî derxist, em wisa jî we wekî gel ji wir derdixin, bi vê mabestê di rojeke wiha de êriş kirin.

Dewleta Tirk, li hember têkoşîna Tevgera Azadî ketibû nava proseseke têkçûnê. Ji bo derketina ji vê krîzê ji Erdogan re rê vekirin. Erdogan ne di referandûma pergala serokatiyê, ne jî di hilbijartina seroktiyê de bi ser neketibû, lê giyana dewleta Tirk, bi koteke tevahiya pergala dewletê kir bin fermana wî. Vê dewleta Tirk hê bêtir rizand. Pergala Erdogan li ber keviya hilweşandinê ye. Giyana dewletê xwest pêşî li Tevgera azadî bigire, Erdogan jî xwest pêşî li têkçûna xwe bigire, bi alîkariya donê motora dewletê CHPê ev şer da destpêkirin. Bêguman bi destûra Rûsya, DYA ku dixwestin bi vî şerî projeyên xwe yên em nizanin çi ne, daxin qada jiyanê.

Kurd ne kurdên berê, rêveberî jî ne rêveberiyên berê ne. Bi biryar û yekdengîbûna Kurdistaniyan, berxwedan û taktîkên rêveberiya Rojava pîlana dagirkerên Tirk, tevliheviya rêveberiya DYA ser û bin kir. Vê rêveberiya berxwedanê di bala cihanê de zemîneke rewabûnê ji bo tevger û doza Kurd afirand. Dagirkerên Tirk a wek canbazan li ser her bendî dilîst û xwe wek hêzeke piştgiriya tevahiya cihanê bidestxistî didît, bi carê ve xwe li ser devê kendalê “ha bikeve ha ket” dît. Niha ketiye nava aloziyê, wê hêza şer rawestandine jî di xwe de nabîne. Rawestîne jî, bidomîne jî têk diçe. Rêveberiya Amêriqa ya xwedanê cihanê dihat zanîn, ket rewşeke pêkenokî û di nav şaşwaziya biryardayînê de fetisî. A serkeftina berxwedana Rojava ya li cihanê olan da, di vir de veşarti ye.

Belê êşên me giran in, talan, kuştin, wêrankirin, derbiderkirin weke her carê li ber deriyê me ye. Lê encama vî şerî ji bo gelê me ji niha ve serkeftiye. Yek: Êdî tevahiya cihanê bi sempatî li Kurdan dinêre, xwe deyndarê gelê Kurd dibîne, êrişên dagirkeriya Tirk wek êrişkirina ser gelê Kurd û hewldanê komkujiyê bi nav dike. Berxwedana gelê Kurd wek berxwedaneke rewa û divê piştgiriya wê were kirin, dibîne. Trump û helwesta wî çi dibe bila bibe, ew serokê DYA yê ye, rasterast telefonê serfermandarê barxwedana Rojava Mazlum Kobanî kir. Ev nişaneya rewabûna statû û azadiya gelê Kurdistanê ye. Yê niha li ser devê Kend e, dagirkeriya dewleta Tirk û serokê wê Erdogan e. Her wiha rêya darezandina wî û wê jî vedike. Encama vê rewşa aloz wê bibe bingehê li her parçeyê Kurdistanê statuyek ji bo Kurdan, yan jî Kurdistana serbixwe ye.