Bombebaran û topbaranên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike. Di serî de xelkê başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî dagirkeriyê her ku diçe zêde dibin. Dadwer û rojnamevanên bajaroka Seyîdsadiq a ser bi Silêmaniyê têkildarî êriş û topbaranên dewleta dagirker a li ser xaka Başûrê Kurdistanê de peyivîn û diyar kirin ku divê Kurd li navendên navneteweyî, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) giliyê Tirkiye û Îranê bikin.
Rojnamevan Îbrahîm Heme Salih nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî a li hemberî dewleta Tirk da û got; “Ev sînorên hatine çêkirin dijmin çêkirine. Êrişên dewletên Tirk û Îranê jî dijminatiya rasteqîn a li hemberî gelê Kurd e. Bila êrişên dewleta Tirk û Îranê rawestînin. Ji bo ku êdî welatî nebin qurbanî. Her çiqas dewleta Tirk bi hincetan PKK’ê dike hedef, lê welatiyan şehîd dikin û xwîna wan dirêjîne. Nabe êdî ti hizbên Kurd dostaniya dagirkeran bikin. Li hemberî rewşa niha heye bêhelwest bin. Pêwîste hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo rawestandina topbaran û bombebaranên dewlet Tirk û Îranê yên li ser sînorên Başûrê Kurdistanê kar bike. Divê şandeyên taybet bişîne Tirkye û Îranê. Ji binpêkirina serweriya xaka Iraqê agadar bikin.”
Divê ji xaka Kurdistanê derkevin
Dadwer Behadîn Hesen jî diyar kir ku Tirkiye û Îran bi êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê aloziyên xwe vedişêrin û got; “Em daxwaz dikin ku hikûmeta Iraqê bi riya Konseya Ewlehiyê û Neteweyên Yekbûyî giliyê dagirkeran bike. Ji bo ev herdu welat ji xaka Iraqê derxin. Ji ber ku hatina wan dagirkeriye.
Lazime hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi riya navendên navneteweyî ji bo rawestandina êrişan kar bike. Ji ber ku eger dixwaze yekcarî li hemberî binpêkirin û dagirkeriyê raweste, pêwîst e ku em serî li navendên navneteweyî, Konseya Ewlekariyê û Neteweyên Yekbûyî bidin. Ji bo bi biryareke welê rê nedin her du dewletan serweriya xaka Iraqê binpê nekin.”
ROJNEWS/SÎDEKAN