Parlamentoya Iraqê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî û amadebûna 249 parlamenteran doh civiya.
Di rûniştinê parlamentoya Iraqê de li ser wergirtina erka Hoşyar Zêbarî, dengdan bi veşartî pêk hat. Di encama dengdayînê de, 158 parlamenteran ji bo girtina erka Hûşyar Zêbarî dengê ’erê’ bi kar anîn. Li ser vê yekê li gor dengên zêde, erka Wezarî Darayî yê Iraqê ji Hoşyar Zêbarî hat girtin.
BEXDA