Fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve agahî jê nayê girtin, zêde dibin. Rewşenbîr û akademîsyenên ji Başûrê Kurdistanê der barê mijarê de ji ANF’ê re axivîn û gotin, “Divê gelê Kurd êdî vê tecrîd û polîtîkaya dîlgirtinê qebûl neke û bi hev re heta dawiyê têbikoşe.”
Bi tenê Ocalan xwedî polîtîkayeke çareseriyê ye
Hîndekarê Zanîngeha Selahaddînê Dr. Kamûran Berwarî da xuyakirin, ku têkildarî qedandina şer û krîza li Rojhilata Navîn bi tenê Ocalan xwedî polîtîkayeke çareseriyê ye, lewma tecrîd li ser wî tê ferzkirin û got, “Dewleta Tirk ev du sal in, ji bo parastina rewşa xwe ya unîter, di nava têkoşîneke mezin de ye. Bi tesfiyeyên li nava xwe re hewl dide rêxistinbûna xwe ya dewleta faşîst biparêze. Blokeke ji hin hêzên navneteweyî, ku hin partiyên Kurd jî di nav de heye, naxwaze nêrînên Rêber Apo bigihêje raya giştî ya cîhanê. Li dijî kaosa li Rojhilata Navîn, Rêber Apo xet û projeya yekane ya çareseriyê temsîl dike. Eger di rewşa heyî de Rêber Apo derkeve nava qada siyasî, wê ti bandora hêzên mêtînger li Kurdistanê nemîne.”
Erka sereke ya her Kurdî têkoşîna ji bo Rêber Apo ye
Berwarî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiyên CPT û hin saziyên navneteweyî yên xwe serbixwe nîşan didin û destnîşan kir, ku dem hatiye ev saziyên navneteweyî xwe îspat bikin ku serbixwe ne.
Dr. Kamûran Berwarî herî dawî bang li gelê Kurd kir û got, “Êdî pêkanîna hevdîtinan wê ji bendewariyên gelê Kurd re nebe bersiv. Gelê Kurd dixwaze Rêber Apo ji zîndana Îmraliyê, ku bi neheqî tê ragirtin, derkeve. Erka sereke ya her Kurdî têkoşîna ji bo Rêber Apo ye.”
‘Îmralî çavkaniya îlhamê ye’
Çavdêrê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Haşim Mele Elî jî destnîşan kir ku Ocalan bi têkoşîna xwe ya fîzîkî û ramanî ya li girava Îmraliyê li hemberî dewleta Tirk dimeşîne, ji bo gelê Kurd bûye çavkaniya îlhamê û got, “Birêz Abdullah Ocalan rêberê gel û fîlozofê herî bi bandor ê sedsala 21’an e. Hemû nirxandin û tespîtên wî yên heta roja îro têkildarî Tirkiye û Rojhilata Navîn kiriye, ji sedî sed piştrast bûne. Bi karê xwe yê siyasî yê rast û di cih de, ne tenê li Bakur, li çar parçeyên Kurdistanê bûye çavkaniya bingehîn a têkoşîn û hişmendiya neteweyî.”
‘Em bêjin êdî bes e’
Mele Elî destnîşan kir, ku dem hatiye êdî Kurd hemû bêjin êdî bes e û xwedî li têkoşîna heyî derkevin. Elî got, “Pêwîst e li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo, gelê Kurd bi partiyên xwe yên siyasî û tevgerên xwe, bibe yek deng. Em ê heta dengî bibin parçeyek ji siyaseta dijminên me? Pêwîst e ji niha û pê ve em bêjin êdî bes e.”
Tecrîd nîşaneya tecrîd û tinekinê ye
Hîndekarê Zanîngeha Newrozê ya Duhokê Dr. Haşim Zebarî destnîşan kir, ku tecrîda li Îmraliyê tê meşandin nîşan dide, polîtîkaya dewleta Tirk a înkar û tinekirina Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike.
Dr. Zebarî got, “Hewldana darbeya leşkerî ya vê dawiyê li Tirkiyeyê rû da, bi çaresernekirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din ve girêdayî ye. Erdogan û hikûmeta wî, ji roja bûye desthilatdar û vir ve bi hemû hêzên dijminatiyeke giran li Kurdan dike re, tifaq çêkirine. Tecrîda li ser Rêber Apo jî pêwendiya xwe bi vê polîtîkayê heye. Dewleta Tirk û Erdogan bi ti awayî naxwazin gelê Kurd bibin xwedî maf. Ev yek li her çar parçeyên Kurdistanê bi vî rengî ye. Bila kes xwe nexapîne.”
Zebarî herî dawî diyar kir, dijminên Kurdan di şexsê Ocalan de êrîşî nasname û berjewendiyên neteweyî yên Kurdan dikin û li hemberî van êrîşan bal kişand ser girîngiya berxwedana neteweyî.
ANF/HEWLÊR