Piştî ku di 23’ê tîrmehê de zagoana erka xweparastinê li kantona Cizîrê hate ragîhandin, li gelek deverên kantonê navendên serlêdanê hatin vekirin. Yek ji navendên hatine vekirin, navenda erka xweparastinê ya bajarê Serêkaniyê ye. Navend di 1’ê mijdarê de bi awayekî fermî deriyê xwe vekir û dest bi karê xwe kir.

Gel cidîyetê dibîne

Di navendê de 12 endamên ku di komîteyên agahdarkirinê, qeydkirin û erşîvê pêk tê. Rayedarên navendê diyar kirin heta niha 115 ciwanên ji pêkhateyên kurd û ereb serî li wan dane. Rayedaran dan xuyakirin ku kesên serî li wan dane ji bo 2 girûpan hatine dabeşkirin û ev agahî dan: “Girûpa yekem 62 kes û girûpa duyem jî 53 kes bûn.”

Bang li ciwanan kir

Têkildarî xebatên navendê Endamê Rêveber ê Navendê Ebduhekîm Xelîl axivî û ev agahî dan: “Me heta roja îro 1347 malbat agahdar kirine. Xelkên Serêkaniyê bi xwe êrîşên çeteyan dîtine û girîngiya erka xweparastinê baş dizanin. Banga min li ciwanan ew e ku tevlî xebatên xweparastinê bibin.”

ANHA/SERÊKANIYÊ