Erka we parastina welat e
Akademiya Şehîd Rêdûr a li bajarê Cirniyê dewreya 4`emîn a hêzên QSD`ê ku bi navê “Şehîd Birûsk” dabû destpêkirin, bidawî kir. Dewreyê zêdeyî 100 şervanî mezûn kirin û dewre bi merasîmekê bi dawî bû.
Merasîm li başûrê bajarê Cirniyê hate lidarxistin. Hevserokê komîteya Parastinên a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Mihemed Xalid, yek ji fermandarên QSD`ê Rojda Felat her wiha fermandar û endamên saziyên sivîl ên bajarokê Cirniya beşdarî merasîmê bûn.
Mihemed Xalid di merasîmê de got, “Em vê dewreyê li şervanan pîroz dikin. Vaye îro erkeke nû ji we re hat dayîn. Pêwîst e hûn herêmê li hember hemû êrişên derve biparêzin û erka xwe li hemberî welatê xwe pêk bînin.”
Zêdeyî 100 şervanî tevlî dewreya perwerdeyê bû. Dewreya ku têde dersên bîrdozî û leşkerî hatin dayîn, 30 rojan dewam kir. Di dawiyê de şervanan soza parastina gel û axa welat da. ANHA/TEBQA