Bi sedan şêniyên Kobanê tevlî şahiya ji bo tevlîbûna 400 ciwanên herêma Firatê ji dewreya 8’an a erka xweparstinê re bûn.
Bi sedan kes li ber navenda Giştî ya Ereka Xweparastinê kom bûn û tevlî şahiya ji bo tevlîbûna ciwanan bûn.
Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Cîgirê Serokê Desteya Parastinê yê Kantona Kobanê, Nebo Temo axivî û got: “Em bi dayîk û bavên şehîdan serbilind in. Em vê şahiya ji bo tevlîbûna 400 ciwanan ji bo dewreya 8’an a erka xweparastinê, li wan û tevahiya gelê herêmê pîroz dikin.”
Ciwanên tevlî dewreya 8’an a erka xweparastinê bûn jî kêfxweşiya xwe anîn ziman û bi coş govend gerandin. Di dawiya şahiyê de ciwanan belgeyên xwe yên eskerî radestî navenda Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê kirin û berê xwe dan Akademiya Şehîd Kendal.
Li gorî Fermandarên Hêzên Erkaxweparastinê dewreya 8. wê bi navê şehîd Azad Abdullah (Azad Kobanê) yê ku di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûye hatiye destpêkirin.
ANHA/KOBANÊ