SERHED KURTAY / ANF / BEHDÎNAN

Endamê Lîsteya Namzetê Tevgera Goran Celal Tehsîn Bahadîn got, dema biçin parlementoyê erkê wan ê yekem wê ew be ku dawî li dagirkeriya xaka Kurdistanê bînin.

Namzetê Tevgera Goran Celal Tehsîn Bahadîn nerazîbûn nîşanî hikûmeta herêmê ya ji bo welatiyên Başûrê Kurdistanê da û got: “Ji salên 90’î ve bi zêdehî 30 welatiyên devera Nêwerêkan hatine qetilkirin.” Bahadîn got ji bo dawîkirina vê wê li nava parlemetoyê zextê li hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê bikin ku dawî li vê dagirkerî û bomberdûmana dewleta Tirk û cîran a li ser serweriya herêma Kurdistan û Iraqê bînin.

Milet mexdûr e

Bahadîn diyar kir ku devera Nêwerêkan ya girêdayî Şêladizê yek ji deverên herî mexdûr e li nava Başûrê Kurdistanê û wiha peyivî:”Ziyanên li vê deverê hem canî û hem jî madî ye. Ev herêm ji aliyê xweza û dewlemendiya xwe ve cihekî ku herkes berû wê bê ye. Di warê xwedîkirina lawir û mêşvaniyê ve jî cihekî taybet û seyrangehî ye.”

Bahadîn da xuyakirin ku erkê wî yê yekem dema çû parlementoyê wê ji bo dawîkirin û astengkirina dagirkeriya Tirkiye ya li ser xaka Kurdistanê be.