Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beşdarî weşana radyoya Dengê Welat bû û bersiv da pirsên Arjîn Ferat.
Karayilan got, “Xuya ye bi taybetî şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hilbijartine. Ev yek ne tenê binpêkirina exlaq, hiqûq û demokrasiyê ye. Di heman demê de binpêkirina şeref, rûmet û îradeya gelê Kurd e. Êrîşeke cidî ye, nîşan dide ku pêla êrişê û şer a li dijî gelê me tê kirin wê hîn bêperwa bibe.”
Maqûlên siyaseta Kurd in
Karayilan êriş wekî li dijî tevahiya Kurdan bi nav kir û got, “Ji xwe her sê hevşaredarên ji wezîfeyê hatin dûrxistin di nava gelê Kurd de naskirî ne û her kesî temsîl dikin. Di nava Kurdan û siyaseta Kurd de kesên herî maqûl in. Lewma di şexsê hevşaredaran de êriş li tevahiya civakê hatiye kirin. Êriş li hebûn û heqîqeta gelê Kurd hatiye kirin.”
Hilbijartinên pêşwext?
Karayilan destnîşan kir ku bi ihtimaleke mezin rejîma dewleta Tirk dixwaze di sala 2020’an de hilbijartineke pêşwext bike û got, “Bi vê atmosfer û rojevê hewl didin her kesî mijûl bikin û bi vî rengî bi pêş ve biçin. Binihêrin ne tenê sê şaredariyên bajarên mezin ên Kurdistanê desteser kirin. Di heman şevê de yanî di şeva 19’ê Tebaxê de li 29 bajaran operasyonên qirrkirina siyasî kirin û nêzî 500 kesî destgîr kirin. Her wiha heman şevê li dijî gerîla li sê bajaran (Colemêrg, Wan û Şirnex) operasyoneke ku bi ‘Kiran’ pênase dikirin, dan destpêkirin. Sê planên cuda yên ji bo qirrkirinê li sê qadên cuda kirin û di heman şevê de xistin meriyetê. Ev yek konseptek e, planek e. Di vê çarçoveyê de bi şerê dijî gelê Kurd re dixwazin hilbijartinên pêşwext bikin. Bi vî rengî dixwazin desthilatdar bimînin, rejîma xwe mayinde bikin.”
Gel divê xwedî li îradeya xwe derkeve
Karayilan diyar kir ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ji bo gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ketiye serdemeke nû û got, “Ya ku divê derkeve pêş, tevger û serhildanên gel in. Xwedîderketina li hevşaredarên xwe, temsîla îradeyê ye wezîfeyeke însanî, exlaqî û welatparêziyê ye. Her Kurd divê bêje ‘Ez li dijî desteserkirina îradeya xwe me, ez li dij im ku hevşaredarên min ji wezîfeyê dûr bixin û qeyûm tayîn bikin, li dijî desteserkirina mafê xwe me’. Daxwaza herî rewa ye ku mirov divê li dijî vê neheqiyê rawestin û li îradeya xwe bibin xwedî.”