Mehabat Hesen Sado bi helbestan hest û ramanê xwe îfade dike û bi zimanê Kurdî êşa jinan û berxwedana têkoşerên jin vedibêje.
Mehabat a ku çanda nivîsê ji bav û apên xwe girtî û didomîne wiha dibêje: "Helbest nîvîsandin bûye perçeyek ji jiyana min. Di 11'e saliyê xwede bi apê xwe re digeriyam û çandê nivîsa helbestan jê hînbûm. Apê min piştre tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û di sala 1997'an de li herêma Heftenînê jiyana xwe ji dest da. Di warê manevî de girêdanek min a mezin li hember wî heye."
Mehabat anî ziman ku ew heya niha gelek helbestên ku êşên jinan, civakê û xweza yê vedibêje nivîsandiye wiha domkir: "Ez êşê dilê xwe bi riya helbestan vedibêjim. Dema ez helbestan dinvîsim weke ku zarokek gazincê êşê xwe ji dayîkê xwe re vebêje wiha xwe hîsdikim."
Helbestên xwe diyarî berxwedêran kirin
Mehabat di dawiyê de wiha got: "Ez hemû helbestên xwe diyarî şervanên azadiyê ên di çeperê şerde parastina rûmetê û welat dikin, dikim. Her kesê ku wetaya mirovahî û rûmetê nasbike, divê nirxên xwe ji bîrneke û li her qadê jiyanê bên parastin."