
Di 18'emîn salvegera komkujiya Gaziyê de ya ku di 12'ê Adara 1995'an de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesên jiyana xwe ji dest dan wê bi meş û çalakiyan bên bîranîn.
Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku ji kesên jiana xwe ji dest dan piranî birîndar bûn lê ji ber ranekirin nexweşxaneyan ji ber zêdehî xwîn windakirin jiyana xwe ji dest dan. Malbatan, da zanîn ku doza derbarê komkujiyê de hate vekirin de ji "kiryaran re" cezayên xapînok dan û kiryarên rast hatin veşartin. Jina bi navê Şazîment Şîmşek a ku di komkujiyê de keça xwe ya 18 salî ya bi navê Dîlek Şîmşek winda kir, diyar kir ku dema keça wê ji bo xebatê diçû taxa Gaziyê jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Dema bûyeran dest pê kir li aliyê din kesên nas dibîne û bi wan re diçe. Li cem meta xwe disekînî. Dema vedigeriyan rastî guleyan hat." Şîmşek, anî ziman ku piştî lêkolîna balîstîk guleyên keça wê qetilkirin ji çeka polîsê bi navê Adem Albayrak derketin hînbûn û wiha axivî: "Lê dewlet polîsê xwe diparêze. Piştgiriyê nadin te û min. Keça min sal û nîvbû zewicîbû. Di otopsiyê de hate tesbîtkirin ducaniya 3 mehî bû. Di bûyeran de 3 zarokên min birîndar bûn û yekî jiyana xwe ji dest da."
Kujerên wan nayin dîtin…
Şazîment Şîmşek da zanin ku di pêvajoya darizandina 5 salan a li Trabzonê berdewam kir di hemû rûniştinan de çû û dema malbat çûn Trabzonê her tim rastî êrîşên nîjadperest hatin. Şîmşek, bilêv kir ku polîsê bi navê Adem Albayrak malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan gefên "Ez derkevim ezê disa we gulebaran bikim" xwarin û Albayrak li cem dozger êrîş li wan kirin û wiha axivî: "Dijmin anîn bi kincên xweşik anîn berçavê me. Em her sal weke me îro winda kirin e. 18 salin êşa me weke hev e. Weke cenazeyên me nû hatin rakirin em her tim digirîn. Êşa zarok gelek zor e. Çi guneh û sûçê Elewiyan hebû. Çend kes hatin qetilkirin qet tu qatilên wan nayên dîtin? Wan bi xwe, li xwe dan. Leşkeran gel gulebaran kir dîsa jî tu deng derneket." Şîmşek, destnîşan kir ku ji bo malbat tevlî dozê nebin doz birin Trabzonê û wiha pê de çû: "Heke edalet heba ma dê doz daban Trabzonê? Daxwaza wan ew bû ku em neçin. Li ku rê ba ez dê çûbam. Doz dîsa jî dest pê bike ez bernadim. Min zaroka xwe winda kir, ez bijîm çiye ne jiyîm çiye."
'Gazî û Roboskî weke hev in'
Dayîka Zeynep Poyraz (25) a ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Menekşe Poyraz jî diyar kir ku dema bihîstin Cemxaneya Gaziyê hate gulebarankirin bi keça xwe re çûn taxa Gazî û dîtin ku girse ber bi qereqolê ve dimeşe û keça wê Zeynep jî bi girseyê re ber bi qereqolê ve dest bi meşê kir û têkildarî geşedanan de wiha got: "Di wê demê de bavê wê li pey Zeynepê çû. Gelek kes girtibû ji bo wan paşve bigirin çûn. Min li wir pîrê 80 salî Elî dît. Ji aliyê polîsan ve hatibû birîndarkirin û di nava xwînê de bû. Min gelek kes dîtin gelek bi êş bû. Tenê ciwanan na em kesên pîr jî me xwe winda kirin. Min ji hevalên Zeynepê bihîst ku ew rastî guleyan hat. Zeynep şoreşger bû. Dizanîn ku Zeynep şoreşger e. Ji ber ku ev yek dizanîn gule li pişta wê dan." Poyraz, anî ziman ku dema ji bo cenaze werbigirin çûn nexweşxaneyê Midûrê Polîsan ê Stenbolê yê wê demê Necdet Menzîr ji wan re got, "PKK'ê Zeynep kuşt" û wiha axivî: "Min jî ji wî re got, 'Berê xwe bide min Necdet Menzîr faşîstên we Zeynep kuşt. Zeynep keçek Kurd bû. Em dizanin ku kê ev yekê kir' Em vê dewletê dizani. Gazî û Roboskî weke hev in. Li wir bi balafiran zarokên me qetilkirin. Li Gaziyê jî bi panzeran zarokên me perçiqandin. Dijminê me yek e. Hedefa Dewletê yekê e. Heta civakên tên tepisandin nebin yek ev komkujî bi dawî nabin. Bila di 12'ê Adarê de hemû şoreşger û demokrat dest bidin ehv û li hemberî dijmin tevbigerin. Ji bo zarokên me neyên kuştin divê em dayîn dest bidin hev. Zeynep rumeta min e. Heta dawiyê e dê têkoşîna xwe berdewam bikim û pêşiya vê dozê bernadim."
Banga tevlîbûna çalakiyan
Bavê Zeynep Poyrazê Cemal Poyraz jî diyar kir ku gelê li Gaziyê dijîn gelê xizan û bindest e û wiha got: "Ji gelek birîndaran ji ber ku ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin ji ber gelek xwîn winda kirin jiyana xwe ji dest dan. Ji bo vê yekê jî Gazî hilbijartin. Celatên hov ciwan û pîr gelek kes kuştin. Min di jiyana xwe de tu hovîtiyekî wisa neditibû. Ji ber wê yekê kesên çek li zarokên me dayîn qatil nîn in. Qatîl ên dan kuştin û dewlet e. Celadan 17 canên me birin. Ji me re 426 birîndar hiştin. Ligel kiryar diyar bûn hatin veşartin. Çawa Roboskî veşartin wisa Gazî jî veşartin. Li Sêwazê yobazan 34 mirovên me şewitandin. Bila hemû welatparêz û demokratk di 12'ê Adarê de bên tevlî meşa li Gaziyê pêk bê bibin."
ROJDA KORKMAZ / DÎHA/STENBOL