Li Geliyê Zilan a navçeya Erdîşa Wanê di 17'ê Tîrmeha sala 1930'an de li dijî gelê Zîlanê komkujî pêk hat û bi hezaran kurd di gulebaranê de hatin qetilkirin. 85 sal di ser komkujiyê re derbas bû. Lê hêj hesabê komkujiyê nehat pirsîn û komkujî nehat ronîkirin. Bi minasebeta 85'emîn salvegera komkujiya Geliyê Zilanê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Erdîşa Wanê bernameya pêşbirgê pêk tîne. Şaxa KURDÎ-DER'ê bi helbest, nivîs, kampasyon û wêneyan bernameya pêşbirgê pêk tîne. Dêkildarî pêşbirgê Seroka KURDÎ-DER'ê ya Erdîşê Esma Eren, diyar kir ku her sal êşa wan nû dibe û her sal komkujiya bi serê Kurdan de hatiye ji nûve tê bîra wan. Esma, da zanîn ku ew jî wekî KURDÎ-DER'ê bi boneya vê êşa gel parve bikin û sivik bikin bi huner û wêneyê bînin ziman pêşbirgek bi vî rengî pêk tînin. Esma, destnîşan kir ku komkujiya Zîlanê her sal wekî zimêrê dikeve guhê wan û sal bi sal xwe nû dike û wiha got: "Em dê ji bo pêşbirga nivîs û hunerê heta 20'ê Tirmehê serlêdanan qebûl bikin. Em dê di 21'ê Tîrmehê de jî pêşbirgê pêk bînin. Em dê vê bernameyê diyarî Berxwedana Kobanê bikin. Ji bo me ev berhemên ku li hev kom bibin pir bi qîmet in. Ji ber ku hemû dê têkildarî komkujiyê bên nivîsandin dê wêje û hunera li ser komkujiyê nîşan bide."
VÎLDAN ATMACA/JINHA/WAN