
Helbestvana jin bi navê Şêrîn Şêxo ya ji niştecihên bajarê Kobanê ye û heta niha 3 pirtûkên helbestan bi navê “Ji ber ku mê ye”, “Êl lêpirsîna kuştiyekê dike” û “Bawermendiya tundiyê” nivîsandiye. Şêrîn Şêxo dîwanên ku bi zimanê Kurdî û Erebî dinivîsîne de zulm û tundiya li dijî jinan ji aliyê civakê ve vedibêje.
Pirtûka Şêxo ya yekem bi navê “Ji ber ku mê ye” di sala 1998’an de hate çapkirin.
Di vê dîwanê de her wiha hin helbestên netewî jî têde cih digre.
Çapkirina vê pirtûkê 6 mehan li ber xwe da û piştî hate derxistin jî ji ber ku hin helbestên netewî têde bûn, ji aliyê wezareta çapemeniyê ya rêjîma Baasê ve hate qedexekirin. Helbestvana Şêrîn Şêxo di sala 2003’an de jî pirtûkek bi navê “Êl lêpirsîna kuştiyekê dike” ya derbarê zulm û tundiya li ser jinan û di sala 2008’an de jî pirtûkek derbarê rewşa jinan, welat û jiyanê vedibêje de bi navê “Bawermendiya tundiyê” dinivisîne û tê çapkirin.
Li dijî paşverûtiya civake ye
Şêrîn Şêxo di piraniya helbestên xwe de balê dikşîne ser dozên jinan û êşa wan li hemberî sîstema baviksalariyê û têkoşîna jinan ji bo ku mafên xwe yên rewa vegerîne. Şêrîn Şêxo derbarê pejirandina vê şêwaza helbetan jî dibêje ku vedigere rewşa wê li hemberî malbata xwe û paşverûtiya civakê.
Vîna xurt a Şêrîn Şêxo di pêkanîna xewnên xwe de hişt ku li hemberî her kesekî derbikeve û wiha dibêje: “Tu kesî baweriya xwe bi min nedianî. Tu kesî guh nedida min. Lê paşguhkirina wan ji min re israra min jî di nivîsandina helbestê de zêde kir.”
Bi şorejê re dîsa nivisî
Şêrîn Şêxo di nivîsandina helbest û nivîsan de hemû hêza xwe ya manewî û madî bikar dianî û hewl dida helbest û nivîsên xwe çap bike û li hemberî civaka wê tune dike, derbikeve. Lê ji ber ku tu kesî yan tu aliyan alîkariya wê nekir, Şêrîn Şêxo ji sala 2009’an hate destpêka şoreşa Rojava ve neçar ma nivîsandina xwe rawestîne. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Şêrîn Şêxo berê xwe da malperên înternêtê û nivîs û helbestên xwe têde belav kirin. Derbarê vê yekê de jî Şêrîn Şêxo wiha dibêje: “Êşa di dilê min de ji hestên min ên hundirîn derdiket û hişt ku ez bi nivîsandina helbestê vê êşa hundirê xwe derbixînim. Min nivîsandina helbestê 2 salan rawestand û bi destpêkirina şoreşa Rojava re ez dîsa vegeriyam nivîsandina helbestê.”
Şêrîn Şêxo destnîşan kir ku ew wekî her jinekê bandora şoreşa Rojava li wê bû û derbarê şoreşê û şehîdên berxwedana Kobanê de gelek helbest nivîsandin û wiha axivî: “Birîna welat hişt ku ez rojane derbarê berxwedan, şehîd û dayîkên aştiyê de helbestan binivîsim. Min nikaribû pirtûk an dîwanekî çap bikim. Lê ez helbest û nivîsên xwe yê derbarê berxwedana Kobanê de di malperên civakî de diweşînim.”