Bihîstina xwekuştina jinan ji Başûrê Kurdistanê êdî bûye tiştekî ji rêzê ku mirov gelek caran dibihîse. Aktîvîstên jin ên ji Başûr diyar rexnê li rêxistinên jinan ên partiyên ji Başûr digirin û dibêjin, zor û şîdet li ser jinê kêm nabe.

Li Başûrê Kurdistanê hema hema her roj em pêrgî nûçeyeke ‘xwekuştin’a jinê tên. Di dewreke wer de ku dinya alem behsa wêrekî û şervantiya jinên Kurd dike, ji Başûr her û her nûçeyên mirina jinê tên.

Êvar Îbrahîm, Seroka Komîsyona Jinê li Parlementoya Herêma Kurdistanê ye. Êvar xemsariya rexistinên jinan rexne dike û dibêje: “Mixabin hinek rêxistinên jinan tenê silametî û berjewendiyên hizbên xwe difikirin. Loma jî êşên jinan nabînin. Pêwîst e di vê biwarê de rêxistinên jinan li ser vê meselê xwedî helwêst bin. Naxwe wê çawa pêşî li şîdeta li dijî bê girtin?”

Dîsa Êvar Îbrahîm derbirî ku li gorî dane û agahiyên li berdestê wan, rêjeya şîdetê ya li ser jinan sal bi sal zêde dibe lê kêm nabe.

Rêxistinên jinan lawaz in

Her wiha Aktîvîsta Jin Xeyriye Mihemed jî rexne li rêxistinên jinan girt ku li dijî çanda şîdetê ya li ser jinê, nekarîne perspektîfeke baş bigihînin jinan da ku pêşî li kuştin û xwekuştinê bigirin.

Xwekuştin e yan kuştin e?

Helbet gava nûçeyên ‘xwekuştin’a jinê derdikevin, mirov jê gumanên kuştinê dike bê ka ev yek xwekuştin e an kuştin e.

Gelek caran paşê eşkere bûye ku bi navê ‘namûs’ê jin tê kuştin, û piştre tê gotin xwe kuştiye.

Pêr dîsa du jin

Pêr jî li ser du jinan, yek jê li navçeya Şarezûr a Silêmanî yek jê li bajarokê Çwarqurne ya Raperîn, nûçeya xweşkuştina ji alî rayedaran ve hate ragihandin.

Xwe avêtiye bîreke avê

Berdevkê Polîsên Raperîn Şoreş Îsmaîl anî zimên ku pêr êvarê jineke 20 salî ji ber ku xwe avêtiye bîreke avê miriye. Her wiha Şoreş Îsmaîl diyar kir ku piştî lêkolînan derkete holê ku ji ber pirsgirêkên civakî jinê xwe avêtiya bîra avê û got; “Lêkolînê dest pê kiriye, lê heya niha ti kes nehatiye desteserkirin. Cenaze jî radestî malbatê hatiye kirin.”

Pêr bi şev li beşa lezgîn a nexweşxaneya Silêmanî jina ciwan a binavê (A.E - 20 salî) jiyana xwe ji dest da. Jina ciwan a binavê (A.E.) di 18’ê Hezîrana 2018’an de li gundê Bêstansor yê navçeya Şarezûr bi awayê ku guleyek li serê wê hatibê xistin, hatibû dîtin.

Beşa dixwend ne bi dilê wê bû

Li gorî agahiyên ji malbata (A.E.) hatin girtin, (A.E.) xwendekara dibistana Amadeyî bû û di di dibistanê de zîrek bû. Jina ciwan piştî pola 12 par xilaskiribû navê wî di beşa Bazirganî ya kolêja Zanîngeha Silêmanî de derket. Lê ev beş ne bi dilê wê bû. Hat zanîn ku (A.E.) gelek caran hewl daye beşa xwe ya zanîngehê biguherîne lê ev yek pêknehatite. n NAVENDA NÛÇEYAN