70 hunermenên NÇM'ê ku di nav de Ayfer Duzdaş, Zelal Gokçe, nivîskar û sêwekar Fewzî Bîlge û nivîskar Mehmet Çakma jî hebû bi armanca malbatên ku zarokên xwe di komkujiya Roboskê de wenda kirin û her wiha goristanên kesên jiyana xwe ji dest dane ziyaret bikin çûn gundê Roboskê. Hunermendên ku di rê de rastî astiyên polîsan hatin jî dîsa xwe gihandin gund. Di serdanê de hunemend û malbat çûn serdana goristanê. Li ser gorê bê navber dirûşemeyên 'Şehîd namirin' hatin berzkirin. Li ser navê komê nivîskar Mehmet Çakmak axaftinek kir. Çakmak di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew li ser navê hemû hunermendên Kurd li vê derê ne.

'Dewlet dive hesab bide'

Çakmak di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Beriya her tiştî em jî dizanin ku ev bûyera kul i vir qewimiye û di ser 40 roj derbas bûne, ne qezayeke. Ev bûyer raste rast qesta 34 canê ciwanên Kurd hatiye kirin. Lewma jî dê di dîrokê de ev bûyer wekî komkujiyekê bê binavkirin. Di vê bûyera hovanede dewletê çav û guhên xwe girtine. Heta niha jî tu rayedarekî dewletê hesabê komkujiyê nedaye. Li aliyekê serokwezîr ji bo Dêsîmê lêborînê dixwaze û aliyê din jî bi awekî aşkera komkujiya Roboskê pêk tîne. Gelê me van qirênan baş dibîne. Gundiyên Roboskê jî ji roja ewil de li hemberî van lîstikên kut Ên lîstin nehatine xapandin û yekitiya di navbera xwe de xera nekirine. Em jî wek hunermendên Kurd tu carî naxwazin li hemberî bûyeran bêdeng bimininim. Li her deverê di her keysê de em ê li cem gelê xwe bin. Her mirov bi rengekî xwe îfade dike tînin ziman. Em hunermend jî xwe bi hunera xwe îfade dikin. hunermend Hogir Xelîl jî stranek li ser komkujiyê amade kiriye. Li ser navê hemû hunermendên Kurd dê stranê bixwîne. Dubare dubare em vê komkujiyê şermezar dikin. Ji malbat û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin."
Piştî axaftinê Hozan Xelîl strana xwe ya bi navê 'Gundê Roboskê' xwend. Gava kul i ser gorê stran hate xwendin dayikan rondikên çavan barand. Piştî stranê malbatan xwend ku ji vê stranê re klîb bê kişandin û li televîzyonan bê weşandin. Hunermendan jî soza vê yekê dan malbatan.

ŞIRNEX