Nêzî 30 jin tevlî civînê bûn. Kombûna jinên êzdî bi alîkariya Komîsyona Jinên Êzdî ya bi saziya DESTDAN ê ve girêdayî hate lidarxistin. Di civînê de komkujiya li ser gelê Şengalê û xebatên li dijî vê karesatê hatine gotûbêjkirin. Di encama kombûnê de komîsyoneke xebatê ya ji 5 kesan hate hilbijartin, ev komîsyon wê liv û lebatan bi rê ve bibe, bi rêkxistina komkirina alîkariyan bike û wisa jî çavdêriya wan bike.


´Em yek miletin´

Yek ji birêverên  komîsyona jinên êzdî ya saziya DESTDANê Nûrê Alkîş derbarê kombûna jinan û xebatên li pêş wan de ev agahî dan: "Ev çar hefte ne li Şengalê fermanek çêbûye. Em jî ji bo agahdarkirin û birêxistinkirina jinên Êzîdî yên li Berlînê kom bûn. Em dizanin ku eger ew li wir êsîr bin em jî li vîr ne azad in. Divê em bi şev bi roj bixebitin. Emê weke jinên êzdî plansayeke çalakiyan çêkin. Me komîteyek ava kir ku li saziyan bigere û çavdêriya alîkariyan bike, ji ber ku gelek alîkarî jî bi sedemên cihê ve nagihêjine cih. Herwisa emê li dêrê xwarin çêkin û bifroşin, ew hatin jî wê ji bo gelê me bêne şandin. Bi taybet jinên êzdî divê nesekinin, xwedî li doza xwe derkevin, em gelê kurd xwîna me yek e, em yek milet û yek dîrok in. Gelê me yê li Bakur bi can, bi mal bi her awayî di xizmetê de ye, ev gelek pîroz e."

´PKK xwe gihand Êzîdiyan´

Jina bi navê Sêvê Esen ya Êzîdî jî ku weke jineke navsere beşdarî xebatê dibe nêrînên xwe wiha anî ziman: "Emê li dijî vê fermana 74 an li ber xwe bidin. Mixabin ez dibêjim têkiliya vê terorê bi ola îslamê re jî heye. Eger wisa nebûya niha alema misilman jî rabibû ser piyan, em tevgereke li dij wan a pir qewî nabînin. Ev ne yek e, ne ya dawiyê ye. Xwedê alîkariya gelê me bike. Eger ne ji PKK ê bûya yek êzdî jî li wir nemabû. Ez gelek silavên xwe ji wan re dişînim, destê Tawisî Melek li ser serê wan be."

´Gel bê parastin hiştin´

Bedia Elkirmiş jî got, banga min destpêkê li rêveberên Başûr e ku ew gelê me, ew jin, ew zarok di bin berpirsyariya wan de bûn. Elkirmiş wiha got: "Divê bi çi awayî dibe bila bibe ew wan rizgar bikin. Ev deynê wan ê şerefê ye. Li ku derê dinê hatiye dîtin ku wiha mêran bikujin û jinan birevînin? Ez bawer im eger ku ew bixwazin dikarin bidin berdan jî. Ji ber ku em êzdî ne, me bêkes û bêxwedî dibînin. Tawisî Melek bi PKK ê re be. Heta em sax bin em lehengiya wan ji bîr nakin. Pêşmergeyên li Şengalê heta tifingên me jî kom kirin û bazdan, çûn."
 
´Pêwîstî bi têkoşînê heye´

Dîana Zubowa jî ku weke kurdeke êzdî ji Ermenistanê beşdarî xebatan dibe got: "Ez di nav civata gelê xwe de pir dilşa me. Li aliyê din wê komkujî û terora DAÎŞê rûreş dikim. Emê jî heta ji destê me bê, emê li ber xwe bidin. Nefreta gelê êzdî di dilê wan de ye. Li gorî min nehezkirineke bingehîn a olî heye, ev hindek bi şoreşa kurd re ji holê rabû, lê di nav ereb û gelên din de ev xeter her gav heye, divê bikarin xwe biparêzin. Em jî weke ciwanên êzdî xwe birêxistin dikin, emê gelek karan bikin. Banga min li gelên êzdî yên li Berlînê heye bila di mala xwe de nemînin, bi rastî jî şerm e. Bijî HPG, YPG û gelê me yê birûmet."

´Tirk li pişta wan in´

Lokê Elkirmiş jî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Bi hezaran silav li serok û li gerîla ku canê me diparêzin. Ev terora ku hatiye serê me di çaxan de jî nehatiye dîtin. Serê mirovan jêdikin û pê gokê dilîzin. Ez wan melleyên Tirk ên misilman jî şermezar dikim ku yek car jî dernektin û negotin ev wehşet e, ev teror e. Eger ev li gorî ola îslamê ye bila bêjin da ku bête zanîn, eger li dijî wê be bila aşkere bikin. Ez bawer dikim ku hemû gel bikarin bi hev re bijîn, lê divêt xweparastina serbixwe hebe. Me gelek bêbextî dîtine. Wek mînak ku ne ji PKK ê bûya tu tişt nemabû. Banga min li gelê me ye bila kes nebêje dema min nîne, karê min heye."

´Jinên Êzîdî bi xebatê rizgar dibin´

Jina Êzîdî ya bi navê Tembiye Alkîş jî vê teror û komkujiya DAÎŞê şermezar kir û got: "Serxweşî, dilxweşî û serbilindî ji gelê me yê li Şengalê re dixwazim. Niha li Telaferê li Mosilê û li gelek deverên din jinên me di destên wan yên qirêj de ne, rizgariya wan jî bi xebata me çêdibe. Silav û hezkirinên xwe ji gerîlayan re dişînim. Ew in ku can, mal û rûmeta me diparêzin.  Herwisa banga min li jinên êzîdiyan heye ku her yek ji wan du zarokan zêde çêkin da ku em valahiya ku dijminan çêkiriye dagirin û berdewamiya êzdayetiyê qewîtir bikin."
 

YEKO ARDIL/BERLÎN