Ji bo bîranîna 55’emîn salvegera Komkujiya Sînemeya Amûdê ya Şewitî, Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê duh 18 nîgarkêşên ji tevahiya bajarên kantonê li Navenda Çand û Huner a Hûrî ya bajarê Amûdê kom kirin. Ev nîgarkêş li ser komkujiya Sînemeya Amûdê ku 13’ê Mijdara 1960’an de pêk hatiye û zêdetirî 250 zarokên Kurd tê de bûne qurbanî, wêneyan xêz kirin.
Nîgarkêşan li Parka Şehîdan ango cihê Sînemeya Şewitî ya li bajêr dest bi xebatên xwe kirin. Dê karê wan heta 2 rojan dewam bike, paşê wêneyên ku xêz kirine dê li heman parkê pêşkêş bikin.
ANHA/AMÛDÊ