Meryem Barutciyan dibêje ku niha sedî 98 diyar bûye ez jî zaroka kîjan malbatî me, lê ji min re nabêjin. Xwezî min qet nezanîbûya ez ji bajarê Helebceyê me.”

Meryem Barutciyan yek ji wan keçane ku zêdetirî 27 sal e ji malbata xwe ya rasteqîn dûr e û ji aliyê malbatek Îranî ve hatiye mezin kirin. Meryem li ser tora înternetê peyameke wiha belav kir: “Eger kes hurmetê ji dayîka ku ev 27 sale min xwedî dike negire, xwezî min qet ne zanîbûya ez ji Helebceyê me. Niha dizanim ji Helebce me, lê ez poşman kirim. Ji ber ku piştî 27 salan jî zilm li zarokên Helebce hat kirin û xerîb in. Agahdariya ti kesê ji rewşa me nîne û wekî em mirîbin, lê em zindî ne.”


‘Haya kesî ji me nîne’

Zaroka helebce Meryem barutciyan destnîşan dike ku ew û Zimnako bi hewldanên xwe hatine, lê heta niha Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan qet pirsa wan nekiriye û wiha dewam dike:”Odeyek nedan min, ji bo ez di nav de bijîm. Ez tenê mame û xema dîtina malbata xwe dixwim. Ez li Îranê jî xerîb bûm û li bajarê xwe jî xerîb im, agahdariya kesê ji me nîne.”

Meryem Barutciyan di dawiya nivîsa xwe de dipirse û wiha dibêje: “Ma kî razî dibe keça wî tenê şevekê jî bi tenê di mala xelkê de bijî? Dilê min pir şikest û dilê min bêkes hiştin. Ev 3 meh e ez li benda bersiva DNA’yê me. Niha sedî 98 eşkere bûye ez zarokê kîjan malbatê me, lê ji min re nabêjin! Ez tiştekê naxwazim, tenê malbata xwe dixwazim. Pêwîstiya min bi himbêza malbata min heye. Malek aram û ya min be, nekû wekî her demê centeyê min di destê min de be, bajar bi bajar, mal bi mal penaber bibim.” 


ŞÎRAM HEWRAMÎ / REJNEWS/ HELEBCE