Komkara Ereban ji bo pejirandina şanda çavdêran a ji 500 kesî pêk tê, roje dem dabû Sûriyeyê. Ev şanda Komkara Ereban bi boneya dawîbûna şer, anîna aşitiyê û lihevanîna desthilat û muxalîfan tê Sûriyeyê.
Di vê navberê de alîkarê serokdewletê Amerîkayê Joe Biden bi serokwezîrê Tirk Erdogan re li ser pêvajoya piştî rejîma Beşar Esad axifî. Biden di vegerê de ji rojnamevanan re axifî û got : Çûna Esad nayê wê wateyê ku bêguman dê şerê navxweyî dest pê bike. Li gorî me li Tirkiyeyê bi rayedarên wî welatî re lihev kir dibe ku rewşa piştî Esad bilez bi ser xwe ve were û bê ku derkeve sînorê devreyî Sûriyeyê ew agir vemire. Ev pêşketin piştî zêdeyî 8 mehan ji serhildana gelê Sûriyeyê rû didin û hê jî riyeke çareseriyê nehatiye peydakirin. Ne asta serhildana gel dadikeve ne jî kuştin û girtina xwepêşandêran.
Li gorî hin çavkaniyan ev muhlet, daxwaz û ambargoyên welatên Ereb ne ji dil û semîmî bûn ew tenê ji bo rê li ber destwerdaneke navnetewî vekin. Dixwazin hem raya giştî ya Sûriyeyê hem jî ya navnetewî bighînin wê baweriyê ku rejîma Sûriyeyê hemû riyên diyalogê girtine û êdî ji neçarî pêwîste deswerdan pêk bê. Ji aliyekî din ve jî ma gelo heke rejîma Sûriyeyê bi rastî sûcên mirovahiyê nake û zextên dijwar li dijî xwepêşandêran nade bikaranîn, wê dema çima pêşî li lijneya çavdêrên navnetewî girtin û çima pêşî li çapemeniya cîhanê digire ku were bûyerên diqewimin bişopîne? Pir zehmete ku mirov van hemû sînaryoyan bawer bike ji ber ku rê li ber çapemeniyê girtiye û kes nikare bûyeran ji nêz ve bişopîne.
40 kes hatin kuştin
Li gorî agahiyên malpera aljazeera li Sûriyeyê di xwepêşandanên roja Yekşemê de 40 kes hatine kuştin. Dîsa piraniya van kuştiyan li bajarê Humsê pêk hatiye. Ji bilî sivîlan di encama pevçûnan de hin endamên hêzên ewlekariya Sûriyeyê û leşkerên veqetyayî jî hatine kuştin.Li bajarê Hums yê Sûriyeyê Endamê Hîndekarê Zanîngeha Baas Dr.Meyyada Enîs Seyyûf rastî êrîşek çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya SANA’yê beriya vê Avs Abdulkerîm ku di beşa mihendistiya Nukleerê de pispor bû û Serokê Beşa Cerahiya Sing yê Nexweşxaneya Dewletê Dr. Hesen Îyd di êrişên bi vî awayî de jiyana xwe ji dest dabûn.
ANF/ŞAM