Esad wiha got: ‘Dê Sûriyeyê bimîne ‘Dilê’ cîhana erebî û tucaran ev welat dest ji nirxên xwe bernade tevî hemû komployên ku li dijî vî welatî tên kirin. Ev daxuyaniyên Esad di demekê de wiha de hat ku serokê koalisyona Niştimanî ya Sûriyê Mûaz Xetîb gotibû min tu bersiv ji hikûmetê derbarê pêşinyara xwe ya çaresreiyê de negirtiye. Wekî tê zanîn beriya çend rojan Mûaz Xetîb hin pêşinyar ji bo çareseriyeke siyasî kiribû.

Xetîb xwestibû ku rejîma Sûriyeyê wekî şertê yekemîn ê diyalogê hemû girtiyên siyasî ku hejmara wan derdora 160 hezarî ye azad bike. Her wiha Mûaz gotibû ku ew amadene bi kesên destê wan neketiye xwîna gelê Sûriyeyê re hevdîtinê bikin.   Her wiha di vê derbarê de daxuyaniyeke girîng ji wezîrê Lihevhatina Civakî yê Sûriyeyê hat. Wezîrê lihevkirina civakî Elî Heyder ragihand ku ew amadeye li gel serokê Koalisyona Niştimanî ya muxalefeta Sûriyeyê  Mûaz Xetîb li derveyî Sûriyê rûne û goftûgoyan pê re  bike.

Hewldanên çareseriyê

Ji aliyekî din ve beriya çend rojan li Qahîrayê sekreterê giştî yê komkara Erebî Nebîl Erebî û nûnerê welatên Ereb û Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Exder Îbrahîmî hatin ba hev û her du aliyan li ser amadekirina kombûnekê di navbera serokê koalisyona Niştimanî ya Sûriyê Mûaz Xetîb û cîgirê serokê rêjîma Sûriyê Farûq Şera gotûbêj kirine.
Li gorî jêderên dîplomasî yên erebî hatiye ragihandin ku civîna Nebîl Erebî û Exder Îbrahîmî li Qahîra paytexta Misrê nêzîkî demjimêrekê dirêj kiriye û Îbrahîmî bê ku tu daxuyaniyan bide ji civînê derketiye.  Hin jêderên ku nexwestine navê xwe aşkera bikin ragihandiye ku civîna Exder Îbrahîmî û Nebîl Erebî li ser amadekirina hevdîtinekê di navbera Xetîb û Faruq Şera bûye bi bê ku dem û cihê hevdîtinê bê destnîşan kirin.
Ji aliyekî din ve li Şam û Helebê şerên herî dijwar di navbera hêzên rejîmê û muxalefeta çekdar de berdewam dikin û li gorî jêderên çalakvanên Sûriyeyê rejîma Sûriyeyê li Şam û Helebê gelek taxên ku di bin kontrola muxalefetê de ne dane ber topebarana balafirên şer û gelek sivîl hatine kuştin. 

ŞAM